'Tekoşîna Jinan Rojava azad kir'
08:58
Sarya Gozuoglu - Mizgin Tabu / JINHA
AMED – Wezîra kantona Cizîrrê ya ku ve demeke kine hatî damezrandin Elisabeth Gewriye hat Amedê. Elisabeth diyar kir ku bi tekoşîna jinan li Rojava xweseriya demokratîk hat avakirin û got: “Welatê me di rewşek birîndar dene. Em dixwazin jin li gel me bin. Jiber herî zêde jinan ev êşane jiyan kirine.”
Yek ji 3 kantonên ku li Rojava hatine îlan kirin kantona Cizîrêye. Li tevahiya Rojava xweseriya demokratik hatiye avakirin. Li kantona Cizîrê ya têde 3 zimanên fermî hene li gel rêveberan 22 Wezîr hatîne hilbijartin. Ji bo rêveberî û wezîran modelek ya rêveberiya xweser heye. Di rêveberiyê de kurd, ereb û suryanî bi hev re yeksanin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Wezîra kantona Cizîrê Elisabeth Gewriye hat Amedê. Elisabeth di derbarê hevdîtina xweya Amedê de axivî û wiha got: “Em şanazin ku di vê roja giring ya semola berxwedana jinan de hatin Amedê. Her çendî ku em li ser sînor hinek hatin astenk kirin jî lê cardin em bi hatina Amedê şanazbûn. Li gel astengiyên ser sînor jî cardin me xwe gihand mitînga Nisêbînê ya 8’ê Adarê.” Elisabeth da zanîn ku ew weke jinek suryanî şanaze ku hatiye Amedê û wiha domand: “Di dilê min de ev bajar pir giringe. Ji ber Amed cihê dayîkbûna dayîka min û bavê mine. Îro li vêderê li gel jinên kurd û suryani yên berxwedanvan ji bo min şanaziyek mezine.”
‘Jinên berxwedanvan bi tekoşîna xwe hebûna xwe dane pejirandin’
Elisabeth di hevditinên xwe yên li gel jinên herêmê re qale jiyan û berxwedana jinên kurd, suryanî û ereb yên ku li Rojava dijîn. Elisabeth anî ziman ku rolê jinên Rojava di avakirina xweseriya demokratîk û netewa demokratîk de pire û wiha got: “Di vê tekoşînê de na tenê me gelek jinên ku ked û bedelên mezin dane hene. Divê em keda wan ji bîr nekin.” Elisabeth bilêvkir ku wan weke Rojavayî di dema avakirina xweseriya demokratîk de gelek ked û bedelên mezin dane, di heman demê de geke deskeftî jî bi des xwe ve anîne û wiha pêdeçu: “Jinên berxwedanvan hemû hêza xwe dan vê tekoşînê. Ez ji vêderê wan silav dikim.
‘Jinên cîhanê dê bi yekgirtina xwe ji bin destê deshilatan derkevin’
Elisabeth girêdayî jiyana gelê Cizîrê jî axivî û bilêvkir ku çeteyan li ser gelê Cizîrê tundiyek pir mezin dan jiyan kirin. Elisabeth diyar kir ku jinên Rojava nîşanî herkesê dan ku hemû jinên cîhanê bi ked û berxwedana xwe dikarin hevgirtina xwe çêkin û ji bin destê deshilatiyê derkevin û got: “Jin tenê di aliyê parastina mafê jinan de tekoşînê nakin. Her wiha ji bo bi destxistina mafê hemû gelan têdikoşin. Welatê me di rewşek birîndar dene. Em dixwazin jin li gel me bin. Ji ber herî zêde jinan ev êşane jiyan kirine.”
(zt)

