Binesaziya vegera gundan despêkir
11:16
JINHA
AMED – Projeya Platforma Vegera li Axa Qedîm ya vegera gundan dibin pêşengiya GOÇ-DER’ê de yekem ziyareta xwe ji gundê Xaçek yê Dîcleyê despêkir. Di ziyaretkirina gund de Serkreterê Platforma Vegere li Axa Qedîm Aziz Dayan axivî û got: “Ji bo vegera li gundan gelekan serî li Goç-Der’ê dane. Li ser van serlêdanan em yekem car li gel komisyona xwe hatin gundê Xaçekê. Em xebatên xwe yên binesaziyê dikin. Polîtîkaya dewletê ya tunekirinê li ber çavane.”
Platforman Vegera li Axa Qedîm ya ku bi projeya xwe ya bi navê “Vegera li Gundan” ku dibiniya Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) xebatên xwe dimeşînin di gava xwe ya yekem de hinek gundên Dîcleyê ziyaret kirin. GOÇ- DER, KCD, Komeleya 78’an, Platforma Vegera li Axa Qedîm û gelek welatî tevlî ziyaretkirina gundên Xaçek, Herîdan û Heredan yên ku di sala 1993’an de bi zorê hatine valakirin û wêran kirin bûn. Di dema ziyaretkirina gundan de gundiyên ku bi zorê ji gundên xwe hatine koçberkirin di aliyê vegera li ser axa xwe de daxwazên xwe anîn ziman. Di ziyaret kirina gundan de Serokê Rêveberiya Meclîsa 78’an Ahmed Andiç axaftinek kin kir û got: “Gundê Xaçekê dîrokeke. Gundê ku em lê heskirin, xemgînî û çanda xwe parvebikin. Heger weke berê bê avakirin em amadene ku bi her awayî piştevaniyê bikin.”
‘Polîtîkaya dewletê ya tunekirinê li ber çavane’
Serkreterê Platforma Vegere li Axa Qedîm Aziz Dayan axivî û got: “Ji bo vegera li gundan gelekan serî li Goç-Der’ê dane. Li ser van serlêdanan em yekem car li gel komisyona xwe hatin gundê Xaçekê. Em xebatên xwe yên binesaziyê dikin. Polîtîkaya dewletê ya tunekirinê li ber çavane.” Endama MP ya KCD’ê Şahbal Şenyurt jî diyar kir ku dê bi demê re sazumaniya gundên hatine xirakirin bikin. Serokê Şaredariya Dîcleyê Mustafa Uyguner yê ku di mijdara sala 1993’an de gunê wan hatî xirakirin û neçar mayî koçî Dîcleyê kirî jî got: “Daxwaza me ya yekem em biçin li ser axa xwe ya ku em lê jî dayîk bûne û ji bo vê çî ji destê me bê em amadene bikin. Em bang li hemû gundiyên ku neçar mane ji gundên xwe koç kirine carekedinê vegerin li ser gundên xwe.”
(zt)

