Li Dêrsimê şahiya jinan

11:47

JINHA


DÊRSÎM – Jî hilbihartinên herêmî re demeke pir kin ma. BDP ya ku bi pergala hevserokatiyê dê bikevin hilbijartinan bêhindaneke nû ye. Şahiya jinan bi naskirina hevşaredaran berdewam dike.


BDP ya ku ji bo hilbijartinên herêmî hişmendiyek nû anîne, li gund, navçe û navendan di gerin û piştevaniya gel kom dikin. Gel jî eleqeyek mezin nîşanî pergala hevserokatiyê didin. Girêdayî mijarê “şahiya jinan” hat amade kirin û hevşaredaran projeyên xwe ji welatiyan re vegotin. Ziyaretên hevşaredaran berdewam dikin. Ji aliyê rêxistina BDP’ê ya Akpazara Dêrsimê ve şahiyek ya jinan hat amade kirin. Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Akpazarê Fadîme Çetînkaya û Huseyîn Çatînkaya, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Mazgirtê Meral Gundogan, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn jî di nav de gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de dem dem durişmên weke “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” dihatin bilind kirin. Di şahiyê de  Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Mazgirtê Meral Gundogan axivî û got: “Emê herdem bi hev re di rêveberiyên herêmî de bixebitin. Ji bo avakirina zayendiya azad, hevgirtina demokratik û têveberiyên herêmî em ji we jinan piştevaniyê dixwazin.”  


Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn jî li ser ceribandinên xwe yên 5 salan axivî. Edîbe da zanin ku jinên kurd bi rêxistin û tekoşîna xwe ji bo jinên Rojhilatanavîn bûne mînak. Edîbe balkişand li ser pargala hevşaredariyê ya BDP’ê û got: “Em bi vê coşa we bawerin ku emê rengek û pêvajoyek nû bînin Akpazarê.”


(zt)