Kurdên li Avusturyayê qurbaniyên komkujiyên adarê bibîr anîn

13:19

JINHA


VIYANA–Kurdên li paytexta Avusturya Viyanayê komkujiyên 12'ê adarê, Dêrsim û Helepçe li Navenda Çanda Kurdî ya li Viyanayê bi bîr anîn.


Bi durişmeya "Dêrsim, Helepçe û Qamişlo banga yekîtiya netewî dikin" kurdên li Avusturyayê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyên 12'ê adarê, Dêrsim û Helepçe merasîmek lidar xistin. Merasîm bi beşdariya nûnerên Mala Êzîdiya, Komeleya Kurdên Islam, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Malbenda Kurdî, Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û gelek kesayet li Navenda Çanda Kurdî a Viyanayê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.


Piştî rêzgirtinê nameya Koma Civaka Kurdistanê (KCK) hate xwendin û belgefilmên derbarê komkujiyên Dêrsim, Helebçe û Qamişlo de hatin pêşandan.


Di merasîmê li ser navê rêxistin û saziyên beşdar û li ser navê malbatên qurbaniyên komkujiyan axaftin hatin kirin û qurbaniyên komkujiyan hatin bîr anîn.


Komîteya amade kar bang li hemû Kurdistaniyên Avusturyayê kir ku ji bo vêxistina mûmên newrozê roja 20`ê adarê di saat 18.00 de li meydana Ştîvin Blats`ê ya bjarê Viyanayê kom bibin.