Dayîka 80 salî bi keda destê xwe debara mala xwe dike
13:55
JINHA
EFRÎN– Dayîka 80 salî Xedîce Seydo ya ji navçeya Bilbilê ya Efînê pêdiviyê xwe ji zebzeyên bexçeyê mala xwe peyda dike.
Dayîka 80 salî Xedîce Seydo ya ji navçeya Bilbilê ya Efînê di hewşa mala xwe ya 300 metrî de bexçe çêkiriye. Dayîka Xedîce bi hilberîna baxçeyê xwe debara mala xwe dike. Dayîk Xedîce, di bexçeyê xwe yê biçûk de hemû cureyên zebzeyan li gorî demsalê diçîne.
Dayîk Xedîce ku dema xwe ya vala hemû di nava bexçe de derbas dike. Dayîka Xedîce diyar kir ku dema ew bi xwe di bexçeyê xwe de kar dike bîna wê fireh dibe û hîs dike ku xwediya xwe ye. Dayîk Xedîce, destnîşan kir ku ew pêdiviyên xwe ji bexçeyê xwe digire û kêm caran ew hawceyî dikanê dibin.
