Li Mûşê fîlmê ‘LAL GECE’ hat nîşandan

10:19

JINHA


MÛŞ – Fîlmê ‘Lal Gece’ li Mûşê derket pêşberî fîlmhezan. Bi organîsazyona Komeleya Jinan a Mûşê ve hat pêşandan. Fîlm çîrokek rast vedibeje û bal dikişîne ser zewacên di temenê biçûk de pêk tê û bandora vê a li ser civakê.


 Fîlmê Reîs Çelîk ‘Lal Gece’ li Mûşê rastî eleqeyeke mezin hat. Fîlm di carçoveya projeya ‘Zewaca di temenê biçûk de bila nebe qedera me’ ya ku ji hêla Komeleya Jinan a Wanê, Komeleya Jinan a Mûşê û Bernameya Hîbe ya Pêşketina Civakê ya 2012’an a Weqfa Sabanci ve tê birêvebirin hat nîşandan. Fîlm li salona sîneporta Ceylan a Mûşê hat nîşandan.


‘Çîrokek rastiyê vedibeje’


Fîlm çîrokeke rast vedibeje. Malbata ku doza xwînê heyî bi zewicandina zarokek keç doze diqetîne. Dîlan Aksut zarok 14 salî dilîze û Îlyas Salman jî mêrê 62 salî dilîze. Fîlm tevli mîhrîcanên navneteweyî jî bû û xelatên wekî “Fîlmê herî baş”, “Lîstîkvana herî baş a jin” û “Lîstîkvana herî baş a mêr” girt. Her wiha fîlm di 62’yemîn Mîhrîcana Fîlm a Berlînê dê jî xelatek girt.


‘Bi fîlmê peyam didin’


Piştî nîşandana fîlme derhêner Reîs Çelîk pirsên temaşevanan bersivand. Reîs, destnîşan kir ku di fîlmê de çîrokek rast hatiye vegotin. Reis, di axaftina xwe de bal kişand ser pergala malbat, eşîr û kevneşopiyê û da zanîn ku hem hurmetek û hem jî tirsek li hemberî van pergalan heye. Reîs, got ku heke civakek nikare şoreşek di nav xwe de pêk bîne, ev civak nikare xwe nû bike û wiha got: “Di bingeha welat de malbat heye. Çawa organîsazyon hatibe kirin dewlet jî vê rêbazê bikartîne. Ji berk u li ser tirsê hatiye avakirin û kevneşopî wisa jî dom kiriye. Ji sedî 70 hêj biçûktiyê de tên zewicandin. Divê ev rewş biguhere. Min xwes bi vê fîlmê hin peyaman bidim.”


Jinên endamên Komeleya Jinan a Mûşê destnîşan kirin ku de xebatên xwe yên bi vî rengî bidominin. Jinan, diyar kir ku divê civak xwe ji rolên cinsiyeta civakê dûr bixwe, ji ber ku ev rol dibe sedema qetilkirina jinê.


(oa/la)