Di temenê 8 saliyê de rastî tacizê hat û di 14 saliyê de xwe întihar kir!

14:30

JINHA


MUGLA – Tecawîzciyên ku nayên darezandin bûn sedema wendakirina canekedinê jî. Esra Gul Yilmaz dema ku 8 salî bû ji aliyê mamostayê xwe ve hatibû tacizkirin. Piştî 6 salan di 14 saliya xwe de ji ber tiştên ku jiyan kiribû êdî nekarî bijî û xwekuşt.


Li gorî agahiyên Rojamanger û Nivîskar Anter di sala 2008’an de zaroka dibistana saretayî Esra Gul Yilmaz ya ku ji gundê Karacaoren ya girêdayî Naveya Fethiye yê ya Mugla yê jî aliyê mamostayê xwe ve hatibû tecîzkirin. Li ser tacîzê doz li mamostayê dibistana sertayî Zekaî T hatibû vekirin. Li ser giliyê malbatên zarokan li 1’emîn Asliye ya Ceza ya Dadgeha Fethiyê doz li Zekai T hat vekirin. 2 sal dozê domand. Di encamê de Zekai T 14 sal ceza girt. Li ser bûyerê Zekai ji mamostahiyê hat derxistin. Zekai T yê ku 29 sal bû mamostabû serlêdan li Dadgiha bilind da. Di wê demê de ji ber tacîzê deruniya Esra Gul Yilmaz têkçubu. Esra li ber destê Pedagogan tedawî didît. Li gora agahiyan di 8’ê Adarê de dema ku Esra tenê d imalde ma ben bi ban ve kir û xwe întihar kir.


‘Keça mîn bû qûrbana tacîzê’


Bavê Esra Turgut Yilmaz diyar kir ku keça wî ji ber tacîza ku jiyan kirî din ava kabusekê de jiyan dikir û got: “Mamostayê tacîzî zarokên dibistanê yên 8-9 salî kirî nahat darezandin û li van kolanan çengê xwe di hajîne. Keça min nekarî vê tehmûl bike û xwe întihar kir. Li gorî ku ewqas girêdayî tacîzê giliyê malbatên xwendekaran çêbûn jî lê ew mamosta ji kar jî nehat girtin. Li ser kursiyê xwe runiştiye. Îdareya dibistanê çavên xwe ji tacîzan re digire. Keça min bû qurbanê tacîzê. Em bi salan li pey edaletê geriyan lê me dît ku bi kêrî tiştekê nayê. Ez dixwazin ew zarokên keç yên kul i gel keça min hatine tacîzkirin bên qontirolkirin. Her canê me şewitî bila canê keseke dinê neşewite.”


Mamosta Zekai T jî di derbarê sucê xwe de got: “Di encama şaşiyekê de ez hatim darezandin û min ceza girt. Min biryar şand temîzê. Tuştek ez li ser bi axivim nîne.”


(zt)