Li Erxeniyê qirkirina Helepçe hat şermezar kirin

15:14

JINHA


AMED –  Li Erxeniyê qirkirina Helepça hat şermezarkirin. Di daxuyaniya bi boneya qirkirina Helepçe ya ku bi hezaran mirovan têde jiyana xwe jî dest dan de Serokê Rêxistina BDP’ê yê navçeya Erxeniyê Cevidan Yaman axivî û got: “Gelê kurd yên ku hemû hebûnên dewleta Netew ret dikin û di riya azadiyê de dimeşin her dem rastî qirkirinan hatine.”


Bi boneya şermezarkirina qirkirina Helepçe Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Erxeniya Amedê li ber derê avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.  Serokê Rêxistina BDP’ê yê navçeya Erxeniyê Cevidan Yaman, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Erxeniyê Aygun Taşkin û Ramazan Kartalmiş, rêveberên BDP’ê yên Navçeya Erxeniyê, saziyên sivil yên civakî jî dinav de gelek welatî amade bûn. Di daxuyaniyê de panqartên weke “Me qirkirina Helepçe ya 16’ê Adarê ji bîr nekiriye û emê ji bîr nekin” li gel dovîzên weke “Helepçe bîrînek kur ya ku bandora xwe li tevahî cîhanê kiriye”, “ Helepçe parçeyek ji qirkirinên li ser gelê kurde” û “Ji Enfalê heta Helepçe ji Qamişlo heta Roboskî dîrokek ya qirkirinan” hatin vekirin. Serokê Rêxistina BDP’ê yê navçeya Erxeniyê Cevidan Yaman  daxuyanî xwend û got: “Em di 26 saliya qirkirina Helepçe de bi tundî qirkirinê şermezar dikin. Qirkirina Helepçe ya ku parçeyek ji qirkirinên Enfalê ye qirkirinên hovane yên li ser gelê kurd hatine kirin di dîrokên nêz de. Ev qirkirinane hemû rastiyên modernîteya kaputalîst radixe ber çavan.”


‘Meşa kurdan ya di riya azadiyê de her dem rastî qirkirinan hatiye’


Cevîdan anî ziman ku qirkirina Helepçe parçeyek ji polîtîkaya li ser gelê kurd hati meşandine û wiha got: “Ev qirkirin di despêka sed sala 20’amîn de ji aliyê hêzên hegemonîk ve hat kirin. Dewlta natew ya ku di Rojhilata Navîn de hatiye bicîh kirin hevgirtina wan ve kirin bi ser gelê kurd de anîn. Dewleta netew ya ku ji gelên tirk, ereb û faris pêktên di sê aliyan de ji bo îmha kirina gelê kurd demdirêj ev qirkirinane pêkanîn. Ev qirkirinane hem bi fîzîkî û hem jî bi qirkirina çandî hatin kirin. Her dem meşa kurdan ya di riya azadiyê de rastî qirkirinan hatiye. Qirkirina Helepçe xelekek jî qirkirinên di salên 1988’an heta salên 1930’an li ser gelê başurê Kurdistanê hatiye meşandin.”


(zt)