Li seranserî bajarên Îtaliyayê nêrînê Ocalan tên nîqaşkirin
15:19
JINHA
MÎLANO - Li Îtalyayê çalakiyên li ser nîqaşa nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Çalakiyên ji aliyê Weşanxaneya Punto Rosso û Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê li Îtalyayê ve tên organîzekirin, li Mîlano û Bolognayê dewam kir.
Çalakiyên nîqaşkirina nêrînên Ocalan ku ya yekemîn di 12'ê Adarê de li parlamenta Romayê pêk hat, ji çalakiya duyemîn re Şaredariya Mîlano mêvandarî kir. Di çalakiya li Palazzo Reale ya ser bi şaredariyê, Serokê Konsul ê Şaredariya Mîlano Basilio Rittzo axaftina vekirinê kir. Rittzo da xuyakirin ku ji ber ew xwe nêzî gelê Kurd dibînin wan ji çalakiye wiha re mêvandarî kirine. Di çalakiyê de Seroka Koma Çep a Şaedariyê û Endama Tevgera Femînîst Anîta Sonego, nûnerê weşanxaneyê Roberto Mapelli jî beşdar bû. Sekreterê Şaredarê Mîlano Guilano Pisapia, Paolo Lîmonta jî peyamek şand û desteka xwe aşkera kir. Ji Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî aktîvîst Reimer Heider der barê parêznameyên Ocalan ên li girtîgehê nivîsandî de agahî da û destnîşan kir ku tezên Ocalan destnîşan kiriye, li gel veguherîna îdeolojîk a PKK'ê di heman demê de asoyên nû daniye pêşiya dijberên sîstemê.
Parêzerê Ocalan Mazlûm Dînç jî bal kişand ser pêvajo ji bo çareseriyê tê meşandin û destnîşan kir ku ew hêvî dike ji bo pêvajoya diyalogê veguhere muzakereyê, dewleta Îtalya roleke erênî bileyze.
Seroka Koma Çep a Şaredariyê û Endama Tevgera Femînîst Anîta Sonego jî diyar kir ku nêrînên Ocalan ên der barê jinê de bandorek mezin li wê kirine û destnîşan kir ku Ocalan tevkariyeke mezin li femînîzmê kiriye.
Çalakiya sêyemîn jî di 14'ê Adarê de li pirtûkxaneyeke Bologna ya ku yekem zanîngeha Ewropayê li vî bajarî ava bû, pêk hat. Axaftina vekirinê ya vê çalakiyê jî nûnerê weşanxaneya Punto Rosso û Serokê Tere Des Hommes; Raffalle Salinari kir. Salinari da xuyakirin ku di dema karê xwe yê doktoriyê de wî Kurd nas kiriye û anı ziman ku parêznameyên Ocalan ne tenê ji bo Kurdan xwedî çarçoveyeke teorîke ku di kare pêşî li tevahiya gelan veke.
