Ji Rewandizê beşdarbûna li Newroza Amedê

15:39

JINHA


AMED  - Şaredarê Rewandizê Îsa Muhamed hem bi boneya tevlîbûna Newroza Amedê û hem jî bi boneya piştevaniya hilbijartinan hat Amedê û Rêveberên Navenda BDP’ê ya Amedê ziyaret kir.


 Şaredarê bajarê Rewandizê yê herêma Federala Kurdistanê Îsa Muhamed li gel heyetekê hem bi boneya tevlîbûna Newroza Amedê û hem jî bi boneya piştevaniya hilbijartinan hat Amedê û Rêveberên Navenda BDP’ê ya Amedê ziyaret kirin. Şaredarê Rewandizê Îsa Muhamed di hevdîtinê de axivî. Îsa diyar kir ku hem bi armanca tevlîbûna Newroza Amedê û hem jî bi armanca piştevaniya hilbijartinên herêmî ew hatine Amedê.


Rêveberên BDP’ê jî sipasiya heyeta Rewandizê kirin. Paşê jî heyeta ji Rewandizê hatîn tevlî çalakiya ji bo bîranîna Helepçe ya li Amedê bûn.  


 (zt)