‘Beza Gel ya Newrozê’ despêkir
16:28
JINHA
AMED – Ciwanên werzîşvan yên Amedê dest bi “Beza Gel ya Newrozê” kirin. Bi sedan welatiyan beşdarî li bezê kirin. Her wiha îro Amedî ji bo Helepçe bi kîlometreyan bezîn.
“Beza Gel ya Newrozê” ji aliyê Muduryeta Şaxa Werzîşê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civaki ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê despêkir. Starta “Beza Gel ya Newrozê” lî Herêma Civaki ya Sumerparqê hat dayîn û li Keçî Burcê jî bi dawî bû. Di “Beza Gel ya Newrozê” de Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli, Hevserokê Navenda Rêxistina BDP’ê ya Amedê M. Emîn Yilmaz jî di nav de gelek welatî tevlî bûn. Werzîşvanan bi armanca rasthatina qirkirina Helpçe ya 16’ê Adarê bi tîşortên bi sernivîsên weke “Emê qirkirina Helepçe ji bîr nekin” û “Newroz pîroz be” bi kurdî û tirkî li xwe kirin û wiha beşdarî bezê bûn.
Qirina Helepçe nehatiye ji bîr kirin...
Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli diyar kir ku ciwanên Amedê weke bedena Surên Amedê serbilind û li ser linganin û got: “Bi saya we ciwana Newroz ji rojên tarî hatiye van rojan.” Li ber axaftina Firat re bi sedan ciwana bi durşmên weke “Bijî Serok Apo” diqêriyan. Hevserokê Navenda Rêxistina BDP’ê ya Amedê M. Emîn Yilmaz jî anî ziman ku dema qala Adarê tê kirin hema qirkirina Helepçe ya 16’ê Adara sala 1988’an tê hişê wan û wiha domand: “Di hizura we de em van qirkirinên dewletên navnetewî û rejîma Baas kirîn bi bundî şermezar dikin.” M. Emîn bilêvkir kul i ser erdnîgariya Kurdistanê gelek qirkirinên bi vî awayî hatine jiyankirin û wiha berdewam kir: “Bi salvegera qirkirina Helepçe re em qirkirina Roboskî û qetolkirina Enes Ata jî bi bîr tînîn. Di kesayeta Enes de emê tucarî zarokên kurdan yên hatine qetilkirin ji bîr nekin. Ji bo êdî zarok û ciwanên kurd, ji bo êdî dayîkên me nebin mexdurê qirkirinên wiha em tekoşînê dikin. Bi vê bûneyê emê bi hev re tekoşîna xwe berdewam bikin.”
Piştî torena qopeyê werzîşvnan li ber dengê deholê govend gerandin.
(zt)

