Li Amedê qirkirina Helepçe hat şermezar kirin

18:13

JINHA


AMED – Li Amedê bi boneya 26’emîn salvegera qirkirina Helepçe bi hezaran gel kombûn û bi meşekê komkujî şermezar kirin. Li ser navê Platforma Vegera li Cewher Fikrî Amedî got: “Komkujiya Helepçe şermek mezin ya mirovahiyê ye”


Bi boneya 26’emîn salvegera komkujiya Helepça li Amdeê meşek hat li darxistin. Meş bi du alî hat despê kirin. Beşek ji girseyê li ber navenda BDP’ê û yek jî li ber Egtim-Sen dest bi mêşê kirin. Meş li ber derê avahiya KCD’ê bi dawî bû. Meşê bi beşdariya endamên Meclisa BDP, KADEP,OSP,DTK, DDKD, Însyatîfa AZADÎ, Koma Diyaloga ya Dicle Firat, platforma Vegera li Cewher, Komeleya Med-Zehra, Komeleya Nûbihar û bi hezaran weletiyan despêkir. Di meşê de pankartên weke “JiHelepçe heta Roboskî ji komkujiyê re na” , “ Em qirkirina Helepçe, Qamişlo, Roboskî ji bîrnakin û nadinjibîr kirin” hatin bilind kirin û bidurişman gel meşa xwe dewam kir.


‘Qirkirin şermeke mirovahiyê ye’


Li ber avahiya Kongira Civaka Demokrat KCD’ê her dû meş giheştin hev. Fikrî Amedî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de Fikrî Amedî diyar kir ku komkujiya Helepça ya bikîmyabaranê pêk hat şermeke mezine ji bo mirovahiyê û wiha got: “ Ev rewş ji bo hemû mirovahiyê şermekemezin e. Her wiha ji ber ku ev dewletên Kurdistanê dagir kirin tev bi navê ‘dewletên îslamî’têne nasîn, ev yek ji bo alema îslamî jî şermeke mazine.”


‘Gelê kurd ji mef û azadiya xwe bê par dihatin hiştin’


 Fikrî komkujî û zilma bi serê gelê kurd li her çar aliyê Kurdistanê ji aliyê hêzên dagirker ve hatî kirin bibîrxist û wiha pêde çû: “Divê sede ya dawî de gelê Kurdistanê ji maf û azadiya xwe bê par hatin hiştin.  Ji aliyê pergala deshilat ya navnetewî ve gelek neheqî û zilim li gelê kurd hate kirin. Ev reş kujyane hîna di hişê gelê kurd de taze û germ e.” Di dawiya daxuyaniyê de Fikrî  bang  li gelê cîhhanê kir û wiha got: “ Em bang li hemû alema Îslamî, Sosyalist Enternasyonal, NY, YA, RKÎ û her wiha hemû rêxistin, sazî û dewletên din dikin ku berpirsyariya xwe ya ji bo qetlîama Helepçeyê binin cîh û bila nas bikin ku komkujiya Helepçeyê sûcekî mirovahiyê û qirkirineke nijadî ye.”


(şh/zt)