Hatice: Dê gelê kurd aşitî û azadiyê bi des xwe ve bînin

18:38

JINHA


SÊRT – Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Navçeya Misricê ya Sêrtê Hatîce Seviptekin di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de dersxane ziyaret kir.


Xebatên hilbijartinan yên Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Navçeya Misricê ya Sêrtê berdewam dikin. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Navçeya Misricê Hatîce Seviptekin di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de dersxane ziyaret kir. Di ziyaretkirina dersxaneyan de li gel namzetan rêveberên BDP’ê û endamên Meclisa şaredariyê jî amadebûn. Di ziyaretkirina desxaneyan de Hatîce diyar kir ku hilbijartin ji bo gelê kurd referandomin û got: “Ev hilbijartin ji bo gelê kurd çiqas giringe ewqas ji bo gelên li Tirkiyê jî dijîn giringe.” Hatîce da zanîn ku heger her kes di xala aştî û aramiyê de havbeşin divê di vî aliyide hewildan jî hebin.


Piştî axaftinan ziyaretan berdewam kir.


 (zt)