Li hember qirkirinên xwezayî banga tekoşînên

08:48

Nurcan Yalçin /JINHA


AMED – Koordînetorê Komeleya Ekolojiyê Dîren Ozkan xebatên xwe yên di derbarê ekolojiyê de nirxand û got: “Li Amedê bi çêkirina projeyên HES’ê re nirxên dîrokî tev dibin avê de dimînin. Her wiha ev projane dibe sedema li ser erdnîgariya Kurdistanê koçberî çêbibin û çanda wan bê tunekirin. Me weke Komeleya Ekolojiyê lez dan xebatên xwe yên bi gotina ji qirkirina xwezayê re ‘raweste’. Em bang li her kesê dikin ku di vî aliyî de şiyar bin û li hemberî van qirkirinan tekoşînê bikin.”


Komeleya Ekolojiyê ya ku ji aliyê Têkela Ekolojiya Mezopotamya ve hatî avakirin di sala derbasbûyî de bi şîara “Mezopotamyayek dinê gengaze” xebatên xwe bi rêve dibirin. Di demeke kin de Komeleya Ekolojiyê li hember qirkirina xwezayê, qirêjkirina derdor û birîna daran endamên xwe zêde kirin û dest bi xebata xwe kirin. Koordînetorê Komeleya Ekolojiyê Dîren Ozkan diyar kir ku wan ji bo parastina nirxên civakî û dîroki yên li ser erednîgariya  Mezopotamyayê pêdivî bi avakirina komeleyek wiha dîtine û wiha got: “Armanca wan ewe ku nirxên civakî û dîroki yên li ser erdnîgaroya mezopotemyayê bên parastin. Eko-sîstemê avabikin. Peywendiya mirov û xwezayê bi hev ve zêdetir girêdan. Ji bo avakirina van di nava civakê de hişmendiyek çêkirin.”


Di nava Çemê Dîcleyê de 3 projeyên HES’ê


Dîren anî ziman ku divê jiyana ekolojîk din ava civaka ekolojîk de bê destgirtin û wiha domand: “Ekolojî zêdetir wekehevî û azadiya zayendî diparêze. Burokrasî û hiyararşiyê kêmdike. Rêxistina ji ban de bingeh tê girtin. Hilberîn hevbeş dibe. Cureyên xweza û civakê diparêze. Teknolojî anîna rewşek wiha ku her kes bikare jê sudê bigire. Bi giştî avakirina jiyanek wihaye.” Dîren balkişand li ser hişmendiya sektoran û projeyên HES’ê yên li herêmê tên avakirin û wiha berdewam kir: “Hema bêje li ser hemû çem û avan projeyên HES’ê çêdikin. Edî di bajaran de jî çêkirina projeyên HES’ê yên xirakirina xwezayê herêmên xwe fireh dikin.” Dîren bilêv kir kul i ser Çemê Dîcleyê 3 projeyên HES’ê çêdikin û wiha destnîşan kir: “Dixwazin hemû nirxên dîroki yên li bajarê Amedê bi projeyên bendavan dibin avê de bihêlin. Projeya HES’ê di herêmê de dibe sedema koçên zêde çêbibin. Her wiha dibe sedema tuenkirina çandê. Li gel van jî zêdebûna pirsgirêkên aborî û civakî.”


‘Avakirina projeyên îmarat û HES’ê qirkirina nirxên mirovahiyêne’


Dîren da zanîn ku li gel projeyên îmar û HES’ê gerana li madenan jî qirkirina nirxên mirovahiyêne  û wiha pêde çû: “Di demên dawî de li Siwêrekê derxistina zinaran tehlîkeyek mezin çêdikir. Ji bo derxistina zinarên bi gaz kîmyesal di xebitandin. Ev kimyesal jî tevlî ava binê axê  dibû û ava ku di muslexan de jî diherikî agir pêdiket. Cardin derxistina petrolê dibe sedema xirakirina herêmen çandiniyê. Ez jî mirovan ji hilberînê dur dixin.”


‘Em li gel berxwedana ku gundiyên Terkan daye despêkirine’


Dîren destnîşan kir ku wan li gel cotkarên jî projeya Hevselê bandorbûne û gudiyên ji projeyên HES’ê bandor bûne hevdîtin çêkirine. Dîren balkîşand li ser helwesta gundiyên li gundê Terkan yê girêdayî Amedê ya li hember derxîstina madenan û wiha got: “Em çun konê ku gundiyên li gundê Terkan li hember şîrketa petrolê yên ku zererê didin avê û herêmên çandiniyê. Li wê me ji gundiyan re got ku bi her awayî emê piştevaniya we bikin. Me weke komele di derbarê derxistina zinarên gazê ya li herêmê de lêkolîn dan despêkirin. Li gundê terkan û tevahiya herêmê em lêkolînên xwe yên di derbarê zinarên gazê de berdewam dikin. Em bang li her kesê dikin li hember van qirkirinên xwezayî şiyarbin û tekoşînê bikin. Hêviya me ewe ku em bêdeng nemînin.”


(zt)