Heger Çîdem bê girtin dê kî li 7 zarokên wê binêrin?
10:03
Mizgin TABU / JINHA
ŞİRNEX – Çîdem Ogur ya ku dayîka 7 zarokane û li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijî bi hinceta tevlî Newroza 2012’an bûye 3 sal ceza ji bo wê hatîye dayîn. Ji ber van sedeman Çîdem neçarma ku hem dest ji mala xwe berde û hem jî dest ji zarokên xwe berde. Xesiya Çîdem Husniye Ogur bertek nîşanî bûyerê dan û got: “Heger buka min bê girtin dê neviyên mîn perîşan bibin. Ji zarokan 4 diçin dibistanê. Yan dê dewlet cezayê ku daye buka min paşde bikişîne yan jî ezê neviyên xwe rênekim dibistanê. Buka min ne mehkume ne jî qaçaxe. Tu sucê buka min nîne.”
Çîdem Ogur ya ku dayîka 7 zarokane û li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê dijî bi hinceta tevlî Newroza 2012’an bûye doz lê hat vekirin. Çîdem Ogur ya ku doz lê hat vekirin û di encmê de 3 sal ceza hat dayîn neçar ma ku dest ji zarokên xwe berda û ji mala xwe derket. Li gorî ku dayîka 7 zarokan Çîdem mafê xwe yê zagonî bikeraniye û tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûye jî 3 sal ceza lê hatiye birîn û nîha nayê zanîn ka li kuye. Husniya Ogur girêdayî buka xwe Çîdem û tevlîbûna wê ya cejna Newrozê axivî û wiha got: “Wê demê ez û buka xwe em bi hev re çun qada Newrozê. Li qadê leşkeran bêyî ku bêjîn ev zaroke, pîre, kale hema êrîşî me kirin. Çek dan serê me û bi wî awayî em ji qadê derxistin. Li gel ku me doz li wan venekir jî wan 3 sal ceza dan buka min ya dayîka 7 zarokane.”
‘Heger Çîdem bikeve girtîgihê dê zarokên wê li kolanan bimînin’
Husniye balkîşand li ser zaroka Çîdemê ya çar mehî û wiha domand: “Li şona ku em dozê li dewletê vekin, ew dozê li buka min û bi hezaran jinên weke buka min vedikin wan ceza dikin û bi salan di girtîgihan de dihêlin. Heger buka min Çîdem bikeve girtîgihê dê 7 zarokên wê li kolanan perîşan bibin. Ezê bi vî halê xwe yê bi temenê mezin ve çawan li zarokan binêrim? Heger dewlet dikare lê binêre bila bên lê binêrin. Ji ber tevlî Newrozê bûye çawan ewqas ceza didinê? Maqey Newroz qedexeye?” Husniye anî ziman ku heger Çîdem bikeve girtîgihê dê zarokên wê bê xweyî bimînîn û wiha berdewam kir: “Heger buka min bê girtin dê naviyên min perîşan bibin. Ji zarokan 4 diçin dibistanê. Yan dê dewlet cezayê ku daye buka min paşde bikişîne yan jî ezê neviyên xwe rênekim dibistanê. Buka min ne mehkume ne jî qaçaxe. Tu sucê buka min nîne. Em li qadên Newrozê weke dawetan diçin ji xwe re dilîzin û dîlanê digirin. Gelo Çiyê vê suce?”
‘Dê niha kî li zarokan binêre?’
Xwişka Çîdem Pinar Ogur jî da zanîn ku li gel cejna Newrozê zagonîbûye jî li hina bi hinceta tevlîbûna Newrozê weletiyan digirin û ceza didin wan. Pinar destnîşan kir ku hema piştî cejna Newrozê ya 2012’an li Cizîrê polîsan bi ser malan de gortin. Pinar derbirî ku Çîdem mafê xwe yê zagonî bi kar aniye û tevlî cejna Newrozê bûye. Pinar bilêv kir k udi dema serdegirtina malan de polîsan şidet karaniye, xwestiye ku welatiyên hatine girtin li ser hinekan bibin şikayetcî û bi vî awayî di derbarê gelek kesan de doz vekirin û got: “Xwişka min çubû cejna Newrozê ji bo hinekan bikuje neçubû li wê. Xwişka min dayîka 7 zarokane. Ji zarokên wê 4 dibistanê dixwînin. Piştî ku 3 sal ceza ji xwişka min re hat xwişka min zarok û mala xwe berda û çû. Niha 7 zarokên xwişka min li kolanan mane. Niha dê kî li van zarokan binêre?” Pinar anî ziman ku ji dema xwişka wê mal û zarokên xwe hêlaye çûye heta niha her zarokek yê wê li nik mala cîranek yê wê dimînin û wiha doman: “Derfetê me yê em bikarin li wan zarokan binêrin nîne. Her yek ji zarokên xwişka min li mala cîranekê dimînin. Çî mafê vê dewletê heye ku zarokan ji dayîka wan di qetînîn û bê dayîk dihêlin? Zarok hemû biçûkin bêriya dayîka xwe dikin û dayîka xwe dixwazin.”
(zt)

