‘Em hunerê ji bo civakê li kolanan dikin’

09:50

 


Mizgîn TABU / JINHA


ENQERE – Assa, li kolanên Enqerê hunera peykera zîndî çêdike. Assa, destnîşan kir ku ev hunermendên li kolana ne, ji bo civakê hunerê dikin, dixwazin peyaman bidin mirovan, ji ber ku peyamên li kolanan zutir dighije armanca xwe.


Assa, li kolanên Enqerê li gorî rojevan performansa peykerên zindî pêşkeş dike. Grup 30 kesan pêk tê û 3 sal beriya niha hatiye avakirin.  Grup ji mêr û jinan pêk tê û endamên grube bi dildarî xebatên xwe dimeşînin. Assa, hunera ku zêde nayê naskirin. Bi hunera Assayê li kolanan peyamên rojevî tê dayîn. Her wiha tevli mîhrîcanan jî dibin. Assa her tim li kolanên Sakarya û cadeya Yukselê ya Enqerê derdikeve pêşperî welatiyan.


‘Li kolanan peykerên zindî’


Assa xwe wekî hunermenden li kolanan dide naskirin. Endama Assayê Seda Çakir, diyar kir ku hunera ku  li kolanan tê pêşkeşkirin ji lîstîkên şanoyê zehmettire. Çakir, got ku temaşevanên lîstîka şanoyê kesimek e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê kolan ne wisa ye. Li kolanan her kes heye. Êdî welatiyên Enqerê jî hinê hunera me ya kolanê bû. Bi dengê muzîkê em balê dikişînin û her kes li dora me kom dibe. Niha şano, pandomîn, muzîk û gelek beşên hunerê li kolanan tê pêşkeşkirin.”


Seda, bal kişand ser pirsgirêkên ku derdikevin li hemberî wan û da zanîn ku şaredariya Çankayayê û zabitayên vî bi pirsgirêk bûn û ne dihiştin em hunera xwe pêşkeş bikin. Seda, daxuyand ku heya niha tenê li Stenbol, Îzmîr û Enqerê pêşkeş kirine û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Welatî erênî nêzî hunera peykerên zîndî dibin. Ji bo peyaman rojevê nêz ve dişopînin. Kesên ku dibêjin huner ji bo hunerê ye, lê ev ne rast e. Em diwazin peyaman bidin welatiyan. Ji ber vê jî em dixwazin gel me bişopîne. Em dizanin ku tiştên ku li kolanan tê kirin bêtir dighije armanca xwe.”


‘Bi peykerên zîndî peyamê didin’


Burçîn Aslan jî endama gruba Assayê ye. Burçîn, berê şopdara grûbe bû, lê niha hunermendeke grûbe ye.  Burçîn, daxuyand ku Assa tê wateya ‘Îmgeya cemidî’ û wiha got: “Ji bo hunera peykera zindî divê tu rojevê baş bişopinî. Li atolyeya grûbê kostûm û aksesuar tên amadekirin. Huner li ser peyamên civakî tê pêşkeşkirin. Hunera ku em pêşkeş dikin min kêyfxweş dike. Her kes bi axaftinan bertek û daxwazên xwe tîne ziman. Lê em bi sekna xwe, bê dengiya xwe peyam didin civakê.


(gk/la)