Dê Nisêbînî ji bo Newrozê bibezin
11:46
JINHA
MÊRDÎN – Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê amadekariyên “3’emîn Beza Gel ya Newrozê” ya ku dê di 18’ê Adarê de bê despê kirin tê kirin.
“3’emîn Beza Gel ya Newrozê” ya ku ji aliyê Şaredariya Nisêbînê ve hatî amadekirin dê di 18’ê Adarê saet 10.00’an de bê despê kirin. Dê bez ji ser sînor despêbike û li ber Navenda Çanda Mîtaniyan ya Şaredariya Nisêbînê bi dawî bibe. Dê madalya bê dayîna 3 kesên yekem, duyem û sêyem. Bezvan dê 4 kîlometreyan bi bezin. Bi boneya li darxistina bezê li geke cihên Navêçeyê bi kurdî û tirkî afîşên bîlboard yên bi sernivîsa “Beza Gel ya Newrozê” hatine hilawistin. Di afîşan de bang li hemû gelên naçeyê hat kirin ku ji 7 heta 70 salî beşdarî vê bezê bibin.
(zt)

