Banga ji bo beşdarbûna Newroza Amedê
12:38
JINHA
AMED - Li Qada Newrozê a Amedê bi boneya beşdarbûn Newroz 2014’an ya Amedê Meclisa Jinên BDP’ê ya Amedê û DOKH’ê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevseroka Navenda BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut got: “Îro em hatin bi nêrîna jinan li qada Newrozê binêrin. Emê jin bi deng û rengên xwe bi giyana 8’ê Adarê qadên Newrozê jî bi xemilînîn.”
Ji aliyê Meclisa Jinên BDP’ê û Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ve li Qada Newroz ê a Amedê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî li Qada Newrozê ya ku her sal di 21'Adarê de bi tevlîbûna milyonan mirovan cejna Newrozê lê tê pîroz kirin hat xwendin. Di daxuyaniyê de li gel Meclisa Jinên BDP'ê û DOKH gelek welatî amadebûn. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Navenda BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut daxuyanî da. Zubeyde diyar kir ku wê îsal bi xebata jinê rengê jinê zêdetir bibe û wiha got: " Îro em hatin bi nerîna jinê li qada Newrozê binêrin. Xebatê Newrozê ji destpêkê heta îro li ser bingeha xebatên rêxistina Jinan hatiye birêve birin. Newrza îsal dêbi reng, xebat û rêxistiniya jinan bê lidarxistin. Îsal dê rengê jinan di qadê de zêdetir be. Emê wekî pilansaziyê xwe yê 8'ê Adarê ku me bi rêxistiniya jinê azad bi coşek mezin pêk anî, Newrza 2014'an jî li ser wan esasa û wek rihê 8'ê Adarê birêve bibin. Ji bo vê jî jinên Amedê xebatên xwe didin meşandin. Newroza îsal xwediyê wate û naverokek giringe. Ji ber ku îsal salvegera xwendina peyama Serokê PKK 'ê Abdulah Ocalan e . ji bo jina wateya Newroza îsal li ser van esasan giringe û em Nweroza 2014'an dîrokî dibînin. "
Dî dawîyê de Zubeyde bang li gelê Amedê, gelê kurd û hemû gelê cîhanê kir ku tevî pîrozbahiya Nweroza 2014'an bibin û wiha axeftina xwe bi dawî kir: " Em bang li gelê kurd dikin ku îsal bi tevlîbûnek xurt biherikin qadên Newrozê û xebata xwe ya kampaniya îmzayan ya “Ji Ocalan re Azadî” berdewam bikin. "
(sh/zt)

