Di sala 2013’an de 8 hezar û 51 jinan serî li malên stargihan dan
13:09
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Berpirsa Mala Stargihê ya Şaredariya Çankaye yê ya Enqerê Hatice Çelik diyar kir ku di sala 2013’an de 8 hezar û 51 jin bi kuştinê gef li wan hatiye xwarin û serî li malên sitargihan dane. Hatîce bîlêvkir ku ji sedî 10’ê van jinan zanîngeh qedandine.
Di nava jinên ku rastî şideta hevserê xwe tên balkêşe ku di nava wan de jinên zanîngeh xwendine jî hene. Di sala derbasbûyî de ji 8 hezar û 51 jinên ku serî li malên sitargihan dane ji sedî 10 jî jinên zanîngeh xwendine. Berpirsa Mala Stargiha ya Şaredariya Çankaye yê ya Enqerê Hatice Çelik da zanîn ku jinên zanîngeh xwendine jî rasti şidetê tên û serî li malên stargihan didin. Hatîce balkişand li ser rêjeya ji sedî 10 jinên ji ber şidetê serî li malên stargehan dane jinên ku lîsans xwendind û got: “Jinên ku serî li malên stargihan didin ji sedî 10 jinên ku lîsans xwendine. Heta di nava wan de jinên ku lîsans jî xwendine hene. Ji ber tirsa statoya xwe van nayînin ziman.” Hatîce anî ziman ku hinek jin jî jiber şideta li ser zarokên xwe malê terk dikin û wiha got: “Jin li hember şideta ku dibînin bêdeng dibin li dema ku heman şidetê li ser zarokên xwe dibînin nikarin bipejirînin. Dema ku bav li zarokên xwe jî şidetê dikin êdî jin nikarin li hemberî van kirinan bêdeng bimînin.”
(zt)

