Gültan: Emê li hembeî girêdana madeyan dest bi seferberiyê bikin

14:38

JINHA


AMED – Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezinyê Amedê Gultan Kişanak di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de buroyên hilbijartinan yên Navçeya Rezan ya Amedê ziyaret kir. Di ziyaretkirina buroyên hilbijartinan de Gultan axivî û di axiftina xwe de balkişand li ser girêdana madeyan û got: “Emê li gel hemû meclis û şaredariyên xwe dest bi seferberiyek ya rakirina girêdana madeyan bikin. Bi xebatek xurt emê hewil bidin di nava demeke kin de vê pirisgirêke bi tevahî ji holê rakin.


Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezinyê Amedê Gultan Kişanak di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinan de buroya hilbijartinan ya Navçeya Rezan ya Amedê ziyaret kir. Di dema ziyaretkirina buroyê ya Gultan de Namzetên Hevşaredarên Rezan Birsen Kaya Akat û Eşref Guler, gelek BDP yî û gelek welatî amadebûn. Di dema ziyartekirina buroyên hilbijartinan yên taxên Korhat, Fatih, Muradiye û Kaynartepe de ziyaretcî bi durîşmên weke “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin pêşewazî kirin. Di ziyartekirina buroya hilbijartinan ya taxa Korhatê de Gultan axaftinek kir û wih got: “Buyîna hevala we û bi we re bûyîna rêwiyek jî vê rêyê jî bo min şanaziyek mezine. Nabêjim çî ji destê me tê emê ji wê zêdetir jî din ava hewildanan debin ku em bibin layêqî gelê xwe. Heta niha em mehçup nebûne. Ez hêvîdarim ku ji niha û pêde jî emê nebin. Emê heta dawiyê girêdayî tekoşîna ku we derxistî holê bimînin.”


‘Pêşeroja ciwanên me tarî dikin’


Gultan balkişand li ser girêdana madeyan ya ciwanên Rezan û wiha domand: “Bi zanabûn pêşeroja ciwanên met arî dikin. Karê mey ê despêkê emê li hemberî vê girêdana madeyan xebatekî cidî bidin despêkirin. Emê li gel meclisên xwe yên taxan, meclisên ciwanan, rêxistinên saziyên sivîl û şaredariyên xwe yên navçeyan ji bo rakirina girêdana madeyan seferberiyekê bidin despêkirin. Emê hewilbidin ku din ava demeke kin de vê pirsgirikê ji holê rakin. Em hîna di despêka rê denin. Emê berê wan ji van madeyan vegerînin û şoreşeke mezin bikin. Lê heger em çend salên dinê di vî aliyî de xebat neyê kirin dê dereng bibe. Ev dê bibe sedema qirkirina civakî û emê qet ji van kirinan re desturê nedin. Emê desturê nedin ku tu zarokên me bikeve nava van şaşiyan. Emê ji bo wan herêmên werzîş, lîstokan û qursên pîşeyî vekin. Emê her karî bi hev re bikin û di nava jiyanê de bi hêz bisekinin.”


(zt)