Weke jiyana xwe di mirina xwe de jî bê xwedî ma!

15:31

JINHA


SÊRT – Qeder Erten ya ku di temenek biçuk de hat zewicndin û di 14 saliya xwe de bi awayek bi guman mir. Doza Qederê li Dadgiha Cezayê Giran ya Sêrtê bi bêdengî hat dîtin. Qeder Erten ya ku pîştî mirina xwe bi rojan di rojeva medyayê de ma û bû rojeva gelek sazî û rêxistinên sivîl jî. Qeder weke jiyan xwe di mirina xwe de jî bê kes ma.


Qeder Erten ya li Mezraya Dugumê ya gundê Yapraktepe ya Navçeya Dihê ya Sêrtê jiyan dikir. Di 12 saliya xwe de hat zewicandin. Di 13 saliya xwe de bû dayîk û di 14 saliya xwe de jî bi awayek bi goman mir. Yekem runiştina doza Qederê li Dadgiha Cezayê Giran ya Sêrtê hat dîtin. Di encama lêkolîna ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Sêrtê ve hatibû despêkirin li Îro li Dadgiha Cezayê Giran ya Sêrtê runiştina yekem hat dîtin. Li dayîka û bavê Qeder Erten,  hevserê wê Mehmed Atak û dayîk û bavê Mehmed Atak bi hinceta “Zarok rastî îstismara cinsî hatiye û ji azadiya xwe bê par hatiye hiştin” doz hat vekirin. Di dozê de tenê dayîk û bavê Mehmed Atak amadebûn.


Doz taloqî 9’ê gulanê hat kirin  


Di doza Qeder de ji derveyî bersucan Parêzera ji aliyê Wezîra Polîtîkaya Malbat û Cîvakê ve hatî dabîn kirin Hulya Yazar Gunay û Serokê Baroya Srtê Cemal Acar tevlî bûn. Bi hinceta ku Mehmed Atak li leşkeriyê ye ji ber wê tevlî dozê nebûye. Hat zanîn ku diya Qeder û bavê wê jî bê sedem tevlî dozê nebûne. Dozê bi alîkariya wergervan venêrîna nasnameyan despêkir. Di dozê de dayîka Mehmed Atak Sabriye Sivil û bavê wî Tahir Atak îfade dan. Di dozê de biryara dê doza bersucan ji derve berdewam bike. Pîştî navnîşana Mehmed Atak hat diyar kirin. Biryar hat dayîn ku doza Musa û Suna Erten li Dadgeha Cezayê Giran ya Şaxê bê domandin. Paşê jî doz taloqî 9’ê gulana 2014’an hat kirin. Serokê Baroya Sêrtê Cemal Acar jî girêdayî mijarê bang li raya giştî kir ku bi baldarî tevbigerin.


Pîştî runîptina dozê malbata Mehmed Atak destur nedan ku ji aliyê raya giştî ve dîmenê wan bê gîrtin.


Qeder Erten ya ku di temenek biçuk de hat zewicandin û bûye yek ji navên sembol yê îstismara zarokan pîştî mirina xwe de ji aliyê raya giştî û gelek rêxistinên sivîl ve daxuyanî ji bo wê hatin dayîn. Bi rojan mirina Qederê di rojevê de ma û paşê hat ji bîr kirin. Qeder çawa di jiyana xwe de bê kes ma di mirina xwe de jî wiha bê deng û bê xwedî ma.


(zt)