Leyla Akça: Emê aştî û azadiyê bînin welatê xwe
16:52
JINHA
RİHA – Lî Navçeya Bêrecûk ya Rihayê jî agirê Newrozê hat vêxistin. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Rihayê Leyla Akça di şahiya Newrozê de axivî û tog: “Emê bi vêxistina agirê Newrozê re welatê xwe azad bikin. Em weke gelek hatîn tunekirin û metînger kirin em dixwazîn jiyanek azad ava bikin. Bi armanca biratiya gelan ya demokratîk em tekoşînê dikin.”
Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi tevlîbûna hezaran welatiyan şahiya Newrozê hat li darxistin. Şahiya Newrozê li Saha Gokê hat li darxistin. Di şahiyê de Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Navenda Rihayê ya Leyla Akça, Namzetên Hevşaredarên Bêrecûkê Aliye Kizildemar û Samî Akçalan, Serokê Rêxistina BDP’ê yê Navenda Rihayê Celaletin Ekmen û rêveberên BDP’ê tavlîbûn. Girseya gel ya ku piranî ji jinan pêktê dem dem duruşmên weke “Bijî Serok Apo” bilind dikin. Jinan bi kincên xwe yên netewî reng dan qada şahiyê. Her wiha li qada şahiyê panqartên weke “Ji dizî û talanê re bese” û “Yan azadî yan azadî” hatin vekirin.
‘Ji bo biratiya gelan ya demokratik emê tekoşînê bikin’
Di şahiyê de despêkê Namzeta Hevşaredara Rihayê Leyla Akça axivî. Leyla anî ziman ku Newroz agireke li hemberî zilm û zaliman hatiye vêxistin û wiha got: “Bi vêxostina agirê Newrozê dê aştî û azadî bê welatê me. Em weke gelek hatîn tunekirin û metînger kirin em dixwazîn jiyanek azad ava bikin. Bi armanca biratiya gelan ya demokratîk em tekoşînê dikin. Ji bo azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan em di referandomekê re derbas dibin. Emê ji bo biratiya gelan û azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan tekoşînê bikin. Heger aştî bê dê jin aştiyê bînin. Em dixwazin bi jinan re tekoşînê bikin. Weke di her navendan de dê jin di herêmên şaredariyan de jî hêza xwe nîşan bidin. Dê agirê Newrozê bibi wesîleya azadiya pêşerojê.”
‘Em bi hêsan nehatin van rojan’
Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Binicî jî da zanîn ku gelê kurd bi hesan nehatiye van rojan û wiha domand: “Bi dayîna bedelên mezin em gihane van rojan. Em li Bêrecûkê gelê kurd, ereb û tirk bi hêsanî yekgirtina xwe çêkin û li hemberî zilmê tekoşîna xwe bilind bikin. Zalimê Sedam 5 hazar mirov qtilkir. Tirikye û welatên Ewrupa jî din av de tu welatan di vê mijarê de daxuyanî nedan yan jî ev kirin şermezar nekirin. Li Roboskî jî balefirên dewletê 34 canên me parçeparçe kirin. AKP’ê hesabê vê qirkirinê neda û bi vî awayî dewam dike.”
Piştî axaftinan bi muzîkê şahiyê berdewam kir.
(zt)

