Li Entakya yê civîna li ser ‘zimanê dayîkê’
17:27
JINHA
ENTAKYA – Ji aliyê Komeleya Amanosê ya Xwendekarên Azad û Demokrat ve bi armanca balê bikişînin li ser rewşa ziman dibin sernava “Heger ziman heb gel jî heye” civînek li darxistin.
Ji aliyê Komeleya Amanosê ya Xwendekarên Azad û Demokrat (ADODER) ê ve bi armanca balkişandina li ser rewşa ziman civînek li dar xistin. Civîn ji aliyê xwendekarên kurd û ereb ve hat li darxistin. Xwendekaran bi armanca balkişandina li ser rewşa ziman û di dîrokê de rola ziman di avahiya komeleya xwe de civînek li darxistin. Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Entaqyayê Yusuf Ofkeli û rêveberên HDP’ê jî tevlî civînê bûn. Di cîvîna di bin sernava “Heger ziman hebe gel jî heye” xwendekaran bi kurdî û erebî nîqaşên xwe yên li ser ziman berdewam kirin.
Nîqaşên xwendekaran di derbarê bişaftina li ser ziman bi rêve çu. AODER’ê biryar qursên kurdî û erebî dan. Dê li ser rewşa gelê Entakya ya bişaftina ziman û çandê rawestin.
(zt)

