‘Ligel delîlên heyî daraz tacîz û tecawizkaran azad dike’
10:07
JINHA
AMED- Parêzer Rehşan Bataray, got ku di çalakiyên civakê yên demokratîk de kesek ji ber dirûşmeyek tên girtin û ceza tê dayîn lê dema mijar dibe, şîdet, taciz, tecawiz û tehdîtên mirinê ya li hemberî jinê polîs, dozger û dadger ligel delîlên heyî delîl dixwazin û sûcdaran azad dikin.
Rêvebera ÎHD’a Amedê û endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê parêzer Rehşan Bataray, di axaftina xwe de bal kişand ser qanûnên li dijî şîdetê ya ku di sala 2012’an de hatî derxistin û destnîşan kir ku guhertinên qanûnan bi saya têkoşîna jinê pêk hat. Rehşan, daxuyand ku lê di prazîzekirinê de hêj pirsgirêk heye û ne jin sûcdar tê parastin.
Rehşan, da zanîn ku di salên dawiyê bi dehan jin ji ber şîdetê hatin qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her roj agahiyên qetilkirina jinê tê. Jin ji hêla hevser, bira, bav, xwezûr û hezkiriyên xwe ve tên qetilkirin. Li hemberî qetilkirina jinê bi hewldan û têkoşîna jinê qanûn hatin afirandin lê di pratîzekirinê de qelsî derketin holê.”
‘Hevkariya polîs, dozger û dadger’
Parêzer Rehşan, daxuyand ku herî zêde hiqûqnas li hemberî qelsiya qanûnan pirsgirêkan dijî. Rehşan, got ku jinên ku dibin mexdûre şîdetê navnîşana çareseriyê nizanin. Rehşan wiha pê de çû: “Li gorî qanûnan divê jinên ku bi şîdetê re rû bi rû mane berê xwe bide polîs, dozger û dadgeran. Lê ji ber ku ev kes parêzwaniya zîhniyeta mêr dikin bê çare dimînin. Dema jin dibine ku li her qada jiyanê serdestiya mêr heye nakeve nav hewldanan. Gelek caran rayedar mexdûriyeta jinê nabîne, hewl dide ku navbera jin û mêr xweş bike û lihevbîne. Di komîsyona lihevhatinê de polîs, dozger, dadger heye. Di nava malbatê de asta ensestê gelek zêdeye. Heke kesek li dijî vê derkeve û serî li cihên fermî bide nayên parastin û her wiha tacîzkar û tecawizkar tu carî nayên girtin jî.”
‘Ligel delîlen heyî bêdeng in’
Parêzer Rehşan Bataray, di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên civakî û da zanîn ku her roj bi dehan kes ji ber çalakiyên demokratîk tên binçavkirin. Rehşan, wiha dirêjî da axftina xwe: “Gelek kes ji ber dirûşm berz kirine tên girtin. Lê dema mijar dibe, şîdet, taciz, tecawiz û tehdîtên mirinê polîs, dozger û dadger ligel delîlên heyî delîl dixwaze û sûcdaran azad dike. Polîs, dozger û dadger berpirsiyartiya xwe ya qanûnî jî bikar nayne û mexdûran carek din jî mexdûr dike.”
‘Xebatên saziyên sivîl girîng e’
Mexdûra şîdet, taciz û tecawizê dema diçe dozgeriyê neçar dimîne ku bi kesên sûcdar re heman mekanê bimîne. Parêzer Rehşan, bal kişand ser vê mijarê û wiha axivî: “Biryara tedbirê ji bo jinê feyde nake ji ber ku demek pir kurt e. Ji ber ku hejmara stargehên jinan kêmin cihê ku jin biçe nîne. Ev jî dibe sedama ku jin bi şîdetê re bijî. Lê xebatên sazî û dezgehên sivîl yên ku alîkariyê didin jinan girîng e. Lê hêza van jî terê nake, divê dewlet budçeyek taybet veqetine.’
‘Rêyên çareseriyê…’
Parêzer Rehşan, destnîşan kir ku li dijî şîdetê divê bernameyên taybet ên perwerdê bên amadekirin, qanûnên ku li hemberî parastina mafê jinê divê bên xurtkirin û ji bo pratîzekirinê makanizmayek bê afirandin, hejmara stargehen jinan bê zêdekirin û herî dawiyê ji divê budçeyek taybet bê veqetandin.
(la)

