Destan Marûf: Jinên başur dibin şidetê denin…
09:04
Sarya Gozuoglu – Mizgin Tabu / JINHA
AMED – Endama Rêxistina Jinên Azadî Xwaz Destan Marof Resul pirsgirêkên jinan yên li Herêma Federala Kurdistanê bilêv kir. Destan diyar kir ku jinên başur dibin şideteke giran de dijîn û got: “Jinên bakur li hemberî zilma mêran serî natewînin û rolê pêşengiyê digirin. Jinên bakur hem parlementin, hem şaredarin û hem jî karmendin. Ev yek me pir şanaz dike.”
Jinên Herêma Federala Kurdistanê ji xwesariya demokratîk ya Rojava û bi destê jinan avabûna şoreşê ji xwe re mînak digirin. Li ser vî bingehî tekoşîna xwe ya jinan bilind dikin. Di vê wateyê de jinên Herêma Federala Kurdistanê ji bo zêdetir di nava partî û meclisan de cîh biririn dixebitin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Jinên Herêma Federala Kurdistanê hatin Amedê û li Amedê xebat û pirsgirêkên jinan nirxandin. Endama Rêxistina Jinên Azadî Xwazên Kurdistan Destan Marûf Resul da zanîn ku xebatên rêxistina wan li ser îdeolojiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan birêve diçe û got: “Di aliyê jinan de li başurê Kurdistanê pirsgirêkên pîr mezin hene.” Destan destnîşan kir ku ji bo jinên başur jî azad bibin û bibin xwediyê asun divê despêkê rêxistina xwe çêkin.
‘Jinên bakur hem parlemant hem şaredar û hem jî karmendin’
Destan anî ziman ku pirsgirikên jinan tenê ne li Herêma Federala Kurdistanê li her çar aliyên cîhanê tên jiyan kirin û wiha domand: “Tê dîtin ku li Rojavayê Kurdistanê jin pêşengiyê dikin. Em jî dixwazin pergala deshelat rabe û jin bi reng, deng û hebûna xwe pêşengiyê bikin. Destan bilêv kir ku endamên Parlementa Herêma Kurdistanê ji bo jinan tu karek ne kirine û wiha berdewam kir: “Jin di parlementoya Kurdistanê de her dem bêdeng mane. Li bakurê Kurdistanê jî jin bi dengê xwe hebuna xwe nîşan didin.” Destan şanaziya xwe ya ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Tirkiye û herêmê anî ziman û wiha pêde çû: “Li herêmê jin xebatek çawan dimeşînin ku bûne xwediyê hêzek wiha? Li herêmê jin li hember deshelatiya mêran serî natewînin. Jin pêşengiyê dikin. Li bakurê Kurdistanê jin hem parlementin, hem şaredarin û hem jî karmendin. Ev yek me pir şanaz dike.”
‘Hikumeta Kurdistanê li hember şideta li ser jinan tekoşînê nake’
Endama Partiya Parêzgarên Kurdistan Peyman Huseyîn jî diyar kir ku armanca wan ya yekem avakirina dewleta Kurdane û got: “Armanca me ewe ku em ji bo tekoşîna gelê kure pêşengiyê bikin.” Peyman da zanîn ku li Kerkuk ji bo gîştî xebatên jinan û taybetî jî aliyê perwerdê de gelek komele hene. Peyman destnîşan kir ku li Kerkuk di aliyê siyasî de li ser gelê kurd û taybetî jî li ser jinên kurd tundîyek mezin heye. Peyman anî ziman ku jinên Kerkuk dibin şideteke pir mezin de dijîn û wiya domand: “Hikumeta Kurdistanê jî di aliyê kêmkirina şideta li ser jinan de bi mere alîkariyê nake. Jinên ku rastî şidetê tên ne kêmin. Lê li hemberî şidetê bûyîna hêz pêdivî bi rêxistinbûnê heye. Ew jinên şidetê dibînin li hemberî şidetê nabin hêz. Ji bo jinan navendekê çênakin. Ji ber vê jî agahiya wan ji hev nîne.”
‘Em ji bo jinên hemû gelan têdikoşîn’
Peyman derbirî ku Kerkuk cihek wihaye kurd, ereb û tirk têde bihev re dijîn. Peyman bilêv kir ku ji ber li Kerkuk jin ne azadin ew ji bo azadiya jinên kumû gelan têdikoşin. Peyman diyar kir ku armanca wan ji bo başkirina rewşa jinên Kerkuk e û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di pêşengiya jinan de emê zêdetir xizmeta jinan bikin û ji bo azadiya jinan hewil bidin.” Peyman da zanîn ku berî bê herêmê ji pêjdeçuna rewşa jinên herêmê agahdarbû û wiha berdewam kir: “Li bakurê Kurdistanê jin xwediyê hêzeke mezinin û ji bo hemû çalakiyan pêşengiyê dikin. Pergala hevserokatiyê mînaka vê ya herî ber bi çave. Bi vî awayî di her hêlê de dikarin vîna xwe derxin holê.”
‘Yekgirtina jinên kurd û tekoşîna wan ya azadiyê’
Peyman destnîşan kir ku jinên herêmê bi her awayîn di jiyanê de cih digirin û wiha got: “Jin di şaredariyan de pêşeng û xwediyê mafê gotinê ne. Bi hêz û rengên xwe tevlî jiyanê dibin.”
Peyman anî ziman ku ew bi rolê pêşengî girtina jinan pir şanazin û wiha bi dawîkir: “Yekîtî û tekoşîna azadiyê ya jinên kurd heye. Ez dixwazim ku serkeftina jinên bakur berdewam be. Ez hêvîdarim ku jinên Herêma Federala Kurdistanê jî mafên xwe bi des xwe ve bînin û di her aliyê jiyanê de rolê pêşengiyê bigirin.
(zt)

