Li Bîsmîlê konê ‘Ji Ocalan re Azadî’ rastî eleqeyek mezin hat
10:47
JINHA
AMED – Li Bismîlê vekirina konê ‘Ji Ocalan re Azadî’ rastî eleqeyek mezin ya welatiyan hat û bi deh hezaran welatiyan li ber derê kon bi lêxistina dehol û zûrneyan govend gerandin.
Li Navçeya Bîsmîlê ya Amedê ji aliyê Meclisa Ciwanên BDP’ê ve li Parqa Xelîl Îbrahîm Oruç ya Şaredariya Bîsmîlê konê “Ji Ocalan re Azadî” hat vekirin. Konê hat vedan ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat. Di ziyaret kirina kon de Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên navçeya Bîsmîlê Cemîle Eminagulu û Resul Sari, Serokê rêxistina BDP’ê yê naveyê Tufan Tun, endamên Komeleya Welatiyên Azad yên li taxên Tekel, Şentepe û Uluturk ê, rêveberên Kurdî-Der û MEYA-DER a Bîsmîlê jî dinav de gelek welatî amade bûn. Di kon de posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, Mahsum Korkmaz, Mazlum Dogan û panqartên bi sernivîsên weke “Em şireşa Rojava silav dikin”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Tekoşîna Sakîneyan dê jinan azad bike” hatin vekirin. Di kon de li ber dengê dehol û zûrneyan welatiyan govend gerandin. Welatiyan dem dem durîşmên weke “Bijî Serok Apo” diqêriyan. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî kampanye ya îmzayan ya ku di kon de hatî despêkirin dan.
(zt)

