Li Edeneyê qirkirina Helepçe bi meşek meşaleyî hat şermezar kirin

11:55

JINHA


EDENE – Li Edeneyê bi boneya şermezar kirina qirkirina Helepçeyê bi beşdarbûna bi hezaran welatiyan meşek bi meşaliyê hat li darxistin.


Aktîvîstên Meclisa Ciwanên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê bi boneya şermezarkirina qirkirina Helepçe li buroya hilbijartinê ya HDP’ê a li Daglioglu ya Navçeya Seyhanê ya Edeneyê kombûn. Bi hezaran welatî ji wê hata buroya hilbijartînan ya HDP’ê ya taxa Gulbaheyê meşek bi meşale li darxistin. Welatiyan di meşê de pankartên weke “Ji Enfalê heta Ehepçe, ji Qamîşlo heta Roboskî qirkirin dîrokeke. Qirkirina Helepçe ruyê mirovahiyê yê reşe. Bêdeng mayîn li gel zilmê hevkarî kirine. Me Helepçe ji bîr nekiriye û emê ji bîr nekin.”  Û wêneyên qirkirina Helepçe hildan. Di meşê de welatiyan durişmên weke “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berzdikirin. Meşa bi meşale tariya şevê ronî dikir û dengê lîlandin û durişman jî bêdengiya şevê xiradikir. Di dawiya meşê de welatiyan ji bo kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin.


‘Emê li hember zaliman serî netewînin’


Aktîvîstê Meclisa Ciwanên BDP’ê Egid Turgay daxuyanî da çapemeniyê. Egîd anî ziman ku gelê kurd rejîma diktetoriya Sedam hilweşand lê hilweşîna wê ji têra kêmkirina êşa kurdan nake. Egid diyar kir ku hêzên polîtîk yên ku li gel rejîma diktetoriya Sedam qirkirina Helepçe kirine hîna li hemberî dîrok û mirovahiyê hesab nedane û got: “Weke Helepçe di 12’ê Adara sala 2004’an rejîma Surye jî li qomîşlo qirkirin li ser zarokên kurd kirin. 30 kurd li wê qetil kirin. Di dawiyê de jî di 28’ê kanuna 2011’an de li Roboskiyê 34 ciwan hatin qetilkirin û cardin xwedtin dawiya kurdan bînin. Gelê kurd yê ku yek ji gelên herî mezlum û kevnare yên Rojhilata Navîne di dîrokê de her dem rastî qirkirinan hatiye. Kurd li qirkirinên weke Dêrsim, Agirî, Koçgîrî, Helepçe, Qamîşlo, Roboskî û her ku dîrok diçe em rastî qirkirineke dinê tên. Emê li hemberî van qirkirin û bişaftinên li ser çand û zimanê xwe tu carî li hemberî zaliman serî netewînin.


Daxuyanî bo berzkirina duruşman bi dawî bû.


(zt)