'Dem hatiye ku em mîrasê xwe yê dengbêjiyê ji binê axê derxînin'

12:40

JINHA


WAN- Di Mala Dengbêjan ya Wanê de dengbêj bi gutina kilaman çanda kurdî didin jiyankirin. Ji dengbêjin ku dîroka kurdan bi dengêjiyê dayî jiyankirin dengbêj Mukedes li ser dengbêjiyê axivî û got: “Buyera dibin axê de veşartina qasetên kurdî di bîra hemû kurdan dend. Kurd neçarmane ku lorandinên li ser miriyên xwe jî dibin axê de veşartine. Lê niha dema wan ji binê erdê derxistin û dayîna jiyankirin hatiye. Divê em desturê nedin ew qasêtên sitiran û lorînên me yên li ser miriyên me yên ku me ji ber leşker û polîsan dibinê axê de diveşartin birizin û biçin. Her dem dengbêjan di berdewama çanda kurdî de rolê giring girtine. Divê ji niha û pêde jî wê çandê bidin jiyankirin û berdewam kirin.”


Di dîrokê de her dem dengbêjan ji bo parastin û berdewam kirina çandê roleke giring girtine û bi devkî setiran gotine ji nifş derbazî nifşan kirine. Yek ji van navandên giring jî Mala Dengbêjên Wanê ya ku dibiniya Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ê de xebatên xwe birêve dibin. Her roja ku diçe eleqeya jinan ya li hemberî Mala Dengbêjên Wanê zêde dibe. Jinên dengbêj dîroka jinan ya hatî tunekirin bi dengbêjiyê dane jiyankirin. Yek ji van jinên dengbêj jî Dengbêj Mukedese diyar kir ku her dem dengbêjan ji bo parastin û berdewamkirina çanda kurdî roleke giring girtine û dengbêjî rengê jinane.


‘Jinan zincîra zilme bi dengbêjiyê qetandin’


Mukedes balkîşand li ser gotina ku dibêjin “Şêr şêr e çî jin e çî mer e” û wiha domand: “Jinan êdî zincîrên zilmê qetandine. Kes êdî nikarin riya jinan bibirin. Ji 12 saliya xwe heta niha ez vê hunerê dikim. Heger dengbêjî nebe ez jî nînim. Jiyana min bi dengbêjiyê hatiye hunandin û ez bi hebûna dengbêjiyê xwe li ser lingan digirim. Ji ber vê jî di rastiyê de her dem min di sitiranên xwe de xwe aniye ziman.” Muqedes anî ziman ku her dengbêjek bi derdekê û bi şêweyek cuda dengbêjî kiriye û wiha berdewam kir: “Derd û gotinên her kesê cudane. Lig ora min hemû jin dengbêjin. Di rastiyê de em jin derdbêjin ji ber derdê me heye em dengbêjiyê dikin an go sitiranan dibêjin.”


Eserên dîroka Kurdistanê dibinê axêdenin’


Mukedes destnîşan kir ku di salên 1980’an heta 2000’an dengbêjî hat qedexekirin û piştî 2000’an cardin carekedinê hatne gotin dengbêjî û wiha pêde çû: “Ji ber Şivan Perwer siyasî digot qedexebû. Şakiro û Kazim siyasî nedigotin. Van hunermendan ji nava dil sitiran digotin. Lê di wan pêvajoyan de evane jî qedexebûn. Buyera dibin axê de veşartina qasetên kurdî di bîra hemû kurdan dend. Kurd neçarmane ku lorandinên li ser miriyên xwe jî dibin axê de veşartine. Lê niha dema wan ji binê erdê derxistin û dayîna jiyankirin hatiye. Divê em desturê nedin ew qasêtên sitiran û lorînên me yên li ser miriyên me yên ku me ji ber leşker û polîsan dibinê axê de diveşartin birizin û biçin. Her dem dengbêjan di berdewama çanda kurdî de rolê giring girtine. Divê ji niha û pêde jî wê çandê bidin jiyankirin û berdewam kirin. Emê desturê nedin wendabûna çanda xwe.”


 (zt)