Jinek wêrek:Catherine Breillat di filîmê Pera de

13:04

JINHA


STENBOL- Filmmor a Festîfala Filîmê Jinan û bi hevkariya Institut Français di navbara 15-23 yê Adarê de filîmê Pera dê kevneşopiya hîşmendiya mêran ya ku li ser bedena jinan hatiye meşandin di sînemayan de bi erdê re bikin yek. Dê filîmê Hunremenda Fransî Catherine Breillat bigihe temaşavanan.


Bi durişma “Bi jinan re ji bo jinan çêkirina sînemayan, îtiraz kirin, hînbûn, lîstin û sêwirandin…” Filmmir a Festîfala filîmê Jinan îmza avêtiye binê gele filîmên girêdayî jinan. Vê carê jî filîmên Darhêner binav û deng Catherine Berillat cîh girtin. Jina wêrek Catherine Berillat  dê di Filmmor a Festîfala Filîmê Jinan û bi hevkariya Institut Français di navbara 15-23 yê Adarê filîmê Pera de pêşandana şeş filîmên xwe bike.


Hunermenda Fransiz  Catherine bi hunerê xwe kevneşopiya hişmendiya mêran ya ku xwe li ser bedena jinan daye jiyan kirin di sînemayan de bi erdê re kiriye yek. Catherine bi filîmên xwe li hember hişendiya mêran ya ku jinan weke mal dibînin serî rakir. Filîmên Catherine ji 18 saliyê û jor dikarin temaşe bikin. Filîmên Catherine yên weke Mavî, Sakal, Metres, Guzel Uyuyan dê bigihe temaşevanan.   


 (zt)