DMME’ê Tirkiye mehkum kir

13:20

JIHNA


AMED - Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan a der barê mijara ku Tirkiyeyê di darizandinê de xalên 2. 3. û 8’emîn yên DMME’ê binpê kirine de nirxand û Tirkiye mehkum kir.


Dadgehê biryara girtina heta dawiya emrê  xwe ku Tirkiyê derbarê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan de daye li dijî mafê mirovan e û Tirkiye mahkum kir. DMME’ê di biryara ku daye de, îtîraza Abdulah Ocalan ya wekî, “îhtîmala ku rojekê Ocalan serbest bê berdan nîn e li dijî peyaman mafê mirovan e” mafdar dît û diyar kir ku Tirkiyeyê 8’emîn xala DMME’ê ya ku bi tu awayî derfetê nade berdanê û pêkanînên xerab qedexe dike, bin pê kiriye.


DMME’ê destnîşan kir ku girtine muebetê tê wateya tecrîdeke sosyal ya muebetê. DMME’ê Ocalan mafdar dît û  Tirkiye di warê binpêkirina xala 3’emîn a DMME’ê de sûcdar dît.


 Der barê darizandina Ocalan û şert û mercên girtîgeha Îmraliyê de DMME’ê destnîşan kirin ku cezayê muebetê tê wetaya tecrîda sosyal û da zanîn ku ev li dijî 8’emîn xala DMME’yê e û Ocalan mafdar hat dîtin. DMME’ê xala ku dîsa Ocalan têde mafdar dît, 3’emîn xala DMME’ê ya ku pêkanînên xerab qedexe kiribû û Tirkiye di vir jî mahkum kir.


DMME’ê Tirkiye 25 hezar sterlînê îngîlîz mahkum kir.


(zt)