'Yên ku karê wan bi çekan heye Berkin, Ceylan û Ugur qetilkirin'

15:01

JINHA


WAN- Bi boneya hilbijartinên herêmî namzetên hevşaredarên Wanê xebatên xwe berdewam dikin. Li Îpekyoluyê civînek ya gel hat çêkirin. Di civînê de Namzeta Hevşaredara Îpekyoluyê Aygul Bidav axivî. Aygul di axaftina xwe de balkişand li ser gotinên Serokwezîr yên di mitîngên herêmê de û got: “Ez li vê derê bang li Serokwezîr dikim. Heger em alîgirê şer û mirinan bana emê bi niyeta xwe ya baş ji bo aştiyê ji Ewrupa nehatana. Em li hemberî çekanin û tu peywendiya me bi çekan re nîne. Di rastiyê de yên ku peywendiya wan bi çekan re heyî ewin yên ku Ceylan Ugur û Berkin qetilkirine.”


Namzetên hevşaredarên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê yên Wanê di çarçova hilbijartinan de xebatên xwe didomînin. Di ziyartkirina Esnafan de welatî eleqeyek baş nîşanî namzetan didin. Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Edremîtê Sevîl Rjbîn Çetîn û Abdulkerîm Sayan jî xebatên xwe yên hilbijartinan berdewam dikin. Namzetên Edremîtê karkerên Karayolê ziyaret kirin û di ziyaretê de li pirisgirêkên karkeran guhdarî kirin. Karkeran eleqeyek mezin nîşanî ziyarta namzeta dan. Di ziyaretkirinê de Sevîl Rojbîn Çetîn axivî û di axaftina xwe de qala rewşa karkerên li tevahiya Tirkiyê dixebitin. Sevîl diyar kir ku heger karker tev xwe bi rêxistin bikin dê bibin bersiva her tiştî û tenê bi rêxistinê dê bikarin mafên xwe bi dest xwe ve bînin.


‘Heger jin azadbe dê civak jî azad bibe’


Sevîl paşê jî tevlî civîna jinan ya li taxa Emînpaşa bû û jinan eleqeyek mezin nîşanî civînê dan. Di civînê de Sevîl axivî. Sevîl da zanîn ku tucarî tekoşîna azadiya jinên kurd nebûye tekoşîna deshilatiyê û dema ku jin azad bibe dê civak jî azad bibe.


İPEKYOLU


Rêxistna BDP’ê ya Îpekyoluyê jî di çarçova xebatên xwe yên hilbijartinan de li taxa Yali yê civînek ya gel çêkirin. Di civînê de Namzeta Hevşaredara Îpekyoluyê Aygul Bidav axivî û wiha got: “Ez çiqas kurd bim, ewqas jî tirkim, kurhesiniyîm, lazên ku li gundên Qelqeliyê bi salane din ava aştî û birayiyê de dijiyîm.” Aygul destnîşan anî ziman ku ji bo hemû gel dinava aştî û aramiyê de bijîn wê jiyana xwe daye vê xebat û tekoşînê û wiha domand: “Ev 30 sale ji bo hemû gel bi hev re dinava aştî û aramiyê de bijîn ez tekoşînê dikim. Min di vê tekoşînê de hevserê xwe wenda kir. Ez gelek caran bi mirinê re ru bir u mam. Lê tenê carekê jî min hêviya xwe ya aştî û wekhaviyê wenda nekiriye.”


TUŞBA


Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Tuşbayê jî di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de li gund, taxan welatiyan Esnafan ziyaret dikin. Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Tuşbayê Hadice Gunel û Oner Yigit li gel Namzeta Havşaredara Wanê Hatîce Çoban bi hev re çun serdana Midurê Çandinî û Lawirvaniyê. Paşê jî namzetan li taxên weke Şemsibey, Abdurahman Gazi, Altintepe û Îskele yê civînên gel çêkirin. Namzeta Havşaredara Bajarê Mezin yê Wanê Hatîce Çoban di ziyaretan de axivî û got: “Ji bo aştiyê emê ne tenê destê xwe bedena xwe jî bêxin dibin ber de.”


(zt)