'Emê ji bo azadiya xwe têbikoşîn'

16:37

JINHA


ELEZÎZ – Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Xerpêtê Gonul Taş di civînekê de bi jinan re hat bahev. Gonul di civînê de axivî û diyar kir ku tenê jin din ava BDP û HDP’ê de dikarin bibin xwedidyê mafên wekhev. Gonul anî ziman ku hilbijartin weke ji bo wan gelek giringe û got “Ji bo em bigihin mafên xwe yên azadiyê û bibin xwediyê mafê gotinê emê têbikoşîn.”


Namzeta Hevşatedara Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê ya Xerpêtê Gonul Taş di buroya hilbijartinê ya li taxa Yildiz Baglarê bi jinan re hate bahev. Namzeta Hevşaredara Xerpêtê Gonul ya ku bi duruşma “Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve” xebatên xweyên hilbijartinê bi rêve dibe di civînê de ji aliyê jinan ve bi germahî hat pêşewazî kirin. Di civîna ku bi dehan jin tevlîbûn de li ser pirsgirêkên jinan hatin nîqaşkirin.


Civîna jinan bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanê kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat despêkirin. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Xerpêtê Gonul Taş diyar kir ku jinan çawan di şoreşê de pêşengî kiriye dê di hilbijartinan de jî pêşengiyê bikin. Gonul da zanîn ku dê ne bi navê xwe bi navê jinan bibe namzet. Gonul destnîşan kir ku jinan gotinên xwe ne gotine her dem weke “jina malê” û “dayîka zarokan” maye û wiha got: “Ji bo em bigihin mafên xwe yên azadiyê û bibin xwediyê mafê gotinê emê têbikoşîn.” Gonul diyar kir ku tenê jin din ava BDP û HDP’ê de dikarin bibin xwedidyê mafên wekhev.


Jinên ku tevlî civînê bûn jî dan zanîn ku bi saya tevgera azadiya kurdan ewan karîne ji malên xwe derkevin. Jinan di axafinên xwe de bilêvkirin ku ewê tucarî 3 jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji bîrnekin. Her wiha jinan anîn ziman ku ew di her aliyî de deyîndarên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalanin.


Jinan bi durişma “Jin Jiyan Azadî” civîna xwe bidawî kirin.  


(zt)