Hiqûqnasên jin pêşûnameya qanûnên xwe nirxandin

16:51

JINHA


GIRÊKÊ LEGÊ– Bi armanca gotûbêjkirina paşûnameya rêbaz û zagonên bingehîn ên taybet bi jinan û ji bo pêşkêşî Meclîsa Zagonsaz bête kirin, Komîteya Hiqûqnasên Jin ên Rojavayê Kurdistanê li salona sandîkeya karkeran a bajaroka Rimêlanê civînek ji endamên jin ên Asayîşê re lidar xist.


Di civînê de Rêvebera Asayîşa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê  Aytan Ferhad, endamên Komîteya Hiqûqnasên Jin ên Rojavayê Kurdistanê Xedîce Îbrahîm û Seher Şêxo û nûnerên Asayîşa jinan ên 9 bajarên herêma Cizîrê beşdar bûn.


Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Rêvebera Asayîşa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê  Aytan Ferhad derbarê pêwîstiya çêkirina qanûnên parastina mafê jinan di hemû aliyan de û li gorî rêveberiya xweseriya demokratîk û hevpeymana civakî axivî.


Aytan di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Jinên Rojavayê Kurdistanê di beşdar bûna xwe ya nava hemû saziyan de û bi taybet di saziyên YPJ’ê û Asayîşê de û avakirina saziyên taybet bi jinan ji her kesî re diyar kir ku ew şoreşa Rojava bi rê ve dibe.”


Piştre paşûnameya rêbazên bingehîn ji aliyê Komîteya Hiqûqnasên Jin ên Rojavayê Kurdistanê ku ji 26 xalan pêk tê, bi herdu zimanên kurdî û erebî hate xwendin.


Her wiha piştî ku xalên paşûnameyê hatin nirxandin, tê payîn ku pêşkêşî Meclîsa Zagonsaz bête kirin.