Li Kibris ê coşa Newrozê
17:08
JINHA
KIBRIS – Di Newroz ku li Kampusa Zanîngiha Lefkoşa Yakin Dogu yê hat pîroz kirin de bi hezaran xwendekar tevlîbûn. Di pîrozbahiya Newrozê de peyamên aştî û wekhaviyê hatin dayîn.
Xwendekarên Zanîngiha Lefkoşa Yakin Dogu yê ya Kibrisê di kampusa zanîngiha xwe de Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiya Newrozê de xwendekarên zanîngihên weke Zanîngiha Emerika, Zanîngiha Uluslararasi ya Kibrisê, Zanîngiha Dogu Akdenizê û Lefke Evrupa yê tevlîbûn. Di pîrozbahiyê de Koma Muzîkê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê sitiran gotin. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku bi hezaran kes tevlîbûn de durşmên weke “ Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana YPG’ê” û “Bijî biratiya gelan” hatin berzkirin. Di pîrozbahiyê de peyamên aştî û wekheviyê hatin dayîn. Di pîrozbahiyê de li ber sitiranên Koma Sê bira govand hat gerandin û bi govendê pîrozbahî bidawî bû.
(zt)

