‘Xwediyê parlamentoyê hêj mêr in’
10:30
JINHA
ENQERE – Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel bal kişand ser temsîliyeta jinê ya parlamentoyê û diyar kir ku li parlamentoya Tirkiyeyê serdestiya mêr heye û xwediyê parlamentoye hêj jî mêr in. Sebahat, got ku di pêşketina temsîliyeta jinê de bandora têkoşîna tevgera jinan heye.
Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel diyar kir ku li parlamentoya Tirkiyeyê serdestiya mêr heye û xwediyê parlamentoye hêj jî mêr in. Sebahat, got ku di hilbijartinên sala 1935’an heya sala 2007’an temsîleyeta jinê ya parlamentoyê gelek kêm bû, lê DTP di hilbijartina sala 2007'an de ji sedî 40 kotaya jinê ket parlamentoye û ev bandoreke erênî li parlamentoyê kir. Sebahat, der barê temsîliyeta jinê ya parlamentoyê ji ajansa me JINHA’ye re nirxand.
- Bandora parlamenterên jin li ser afirandina qanûnên der barê jinê de di çî astê de ye?
Mixabin li parlamentoya Tirkiyeyê hêj serdestiya mêr heye û xwediyê parlamentoye hêj mêr in. Hem hêjmara jinê kêm e û hem jî di faliyetên qanûnsaziyê de û zimanê ku tê bikaranîn de serdestiya zîhniyeta mêr heye. Lê li gorî kêmbûna hêjmarê dîsa çareseriya pirsgirêkên jinê de û hewldanên jiyaneke azad de jin rolek mezin dilîzin. Parlamenterên mêr di çareseriya pirsgirêkan de her tim mêrantiya xwe bikar tîne û êrîşeke fîzîkî pêk tîne.
‘Heke li parlamentoyê jin nebe, di biryaran de jî jin nîne’
- Di sala 1935’an heta îro temsîliyeta jinê li parlamentoyê çawa ye?
Di hilbijartinên sala 1935’an heya sala 2007’an temsîleyeta jinê ya parlamentoyê gelek kêm bû. Ji sedî 4 jin li parlamentoyê dihat temsîlkirin. Lê di hilbijartina sala 2007’an de jî ev rewş guherî û li parlamentoyê ji sedi 9.1 jin hate temsîlkirin. Di sala 2011’an de jî ji sedî 14.3 jin hate temsîlkirin. Lê li gorî standartên Ewropayê û têkoşîna wekheviya di navbera jin û mêran de tê dayîn terê nake. DTP di hilbijartina sala 2007'an de ji sedî 40 kotaya jinê ket parlamentoye û ev bandoreke erênî li parlamentoyê kir. Ev hewldan bandorê li ser hilbijartina sala 2011’an kir û partiyên din jî xist nav lêgerînan, partiyên din jî hejmara berendamên jin zêde kir. Her wiha bi zêdebûna hejmara jinê, jin di mekanîzmayên biryaran da bêtir cih xwe girt. Heke li parlamentoyê jin nebe, di biryaran de jî jin nîne. Bandora tevgera jinan a li ser parlamentoyê girîng e. Ji ber ku bi saya tevgera jinan hejmara temsîliyeta jinê zêde dibe. Lê dive hejmara jinê di parlamentoyê de zêdetir bibe. Bi vî rengî dê pirsgirêkên civakî bê çareserkirin.
‘Ji bo pêşketinê parvekirina tecrûbeyan girîng e’
- Pêşketin û destkeftiyên navneteweyî li ser makeqanûna Tirkiyeyê bi bandore an na? Bandorek çawa li ser mafê jinên li Tirkiyeyê kir?
Li qada navneteweyî û Yekitiya Ewropayê destkeftiyên mafê jinê bandorê li ser mafê jinê ya Tirkiyeyê kir. Her çend Tirkiye dev jî Yekitiya Ewropayê jî berdabe jî, bi salan ji bo endamtiyê gavên demokratîk avêt. Tevgera Jinan a Tirkiyeyê bi tevgerên jinan ên navneteweyî re dixebitin, tecrûbeyên xwe parvedikin. Niha Yekitiya Ewropayê di sektora taybet de ji sedî 40 kotaya jinê pratîze dike. Niha ev mijar jî li Tirkiyeyê jî tê nîqaşkirin. Mijara cudakariya pozîtîf li Ewropayê salên borî hatibû nîqaşkirin û di makeqnûn de hatibû bicihkirin. Lê li Tirkiyeyê bi têkoşîna bi salan cudakariya pozîtîf pêk hat. Niha di xala 10’an a makeqanûnê de cudakariya pozîtîf a li hemberî jinê hatiye bicihkirin. Tercûbe û parvekirina fikr û raman a welaten cuda ji bo di pêşketinan de rolek girîng dilîze.
‘Jin mafên xwe nizanin’
- Li Tirkiyeyê jin mafên xwe dizanin an na? Jin çiqas dikarin mafê xwe bikar binin?
Li Tirkiyeyê çend qanûn hatibin guhertin jî gelek caran jin nikarin mafê xwe bikar binin û maf tenê li ser kaxizan dimîne. Çend dewlet mudaxeleyan jî bike di mijarên wekî xizanî û şîdetê de qels dimîne. Jinên ku bi şîdetê re rû bi rû dimînin tenê 2 mehan tên parastin. Jin carek din bi pirsgirêkên xwe re rû bi rû dimînin. Gelek jin mafê xwe nizanin. Di gelek qadan de pergala ku em mafê xwe bizanin heye. Wekî li Ewropayê divê her mirovek mafê xwe bizane û ji hêla dewletê ve bê hînkirin. Lê li Tirkiyeyê ne wisa ye, ji ber vê jî têkoşîna jinê ya bi rêxistinkiri girîng e. Tecrûbe û zanebûn dê riyek nîşanî jinê bide.
‘Divê qanûn bên pratîzekirin’
- Di pratîzekirina qanûnan de mafê jinan çiqas ber çavan tê girtin?
Çend li Tirkiyeyê cudakariya pozîtîf li hemberî jinê di makeqanûnê de hatibe bicihkirin jî dîsa di pratîzekirinê de kêmasî heye. Mînaka herî ber bi çav jî ‘Qanûna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê û Parastina Malbatê’ ye. Çend tevgerên jinan vê qanûnê rexne bikin ji cara yekem li dijî şîdetê qanûnek bi vî rengî hatiye derxistin. Lê bi derxistina qanûnê hêj jî qetilkirin û şîdeta li hemberî jinê didome. Guhertina qanûnan terê nake, divê qanûnên heyî jî bê pratîzekirin. Qanûnên nû yên ji bo parastina malbatê, tê wateya parastina serdestiyê ye. Çend ev qanûn hebe jî dîsa jî nayê pratîzekirin.
(gk/la)

