Li hemberî mêtîngeriya kedê ya kaputalîzmê pergala alternatîf: Netewa demokratîk

12:25

 


Hicret ÇİFTÇİ/JINHA


WAN- Aborî yek ji lingên sereke yê civakêye. Lê aborî di destê Pergala keputalîzmê de weke amêra xerckirina zêde û mêtîngeriya kedê hatiye dîtin. Girêdayî aboriya alternatîf Berendama Encumeniya Navenda BDP’ê ya Wanê Esen Gunay axivî. Esen diyar kir ku bi pergala kaputalîzmê re wateya aboriyê hatiye guhertin û got: “Di roja me de beranberiya aboriyê pereye. Tenê li ser têkiliyên hilberîn û xerckirinê birêvedibin. Aborî anîne rewşa mêtîngeriya kedê ya tekelcî. Rêya xilasbûna ji vê rewşa ku kaputalîzmê aniyî serê aboriyê tenê di hişmendiya netewa demokratîk re derbas dibe.” 


Pergala keputalîzmê ya ku xwediyê aboriyekî ne yeksan bi hişmendiya xwe ya mêtînger li tevahiya cîhanê bûye serwer. Bi vê hişmendiyê li her çar aliyê cîhanê mêtîngeriya kedê tê kirin. Her wiha li tevahiya cîhanê cardin herî zêde jin û zarok dibin mexdurê vê mêtîngeriyê. Girêdayîm mijarê me ji jinên Wanê pirsên mîna “Dewleta natew çawa li aboriyê dinêre? Aborî çawan dikare bê rewşek demokratîk û wekhav? Pergala ji rewşa qirîza aboriyê, bêkarî û birçîbûnê xilasbûn çiye?” pirsîn. Her wiha girêdayî mijarê me li gel Berendama Encumeniya Navenda BDP’ê ya Wanê Esen Gunay hevdîtin kir. Enes anî ziman ku hişmendiya dewleta netew ya li aboriyê bingiha xwe ji modernîteya kaputalîzmê digire û wiha got: “Ev pergal bi giştî li ser pir xerckirinê hatiye avakirin. Ji pêdiviyan zêdetir xerckirinê bingeh digirin. Pergalek aboriyê ya bê sînore.”


‘Di roja me de beranberî aboriyê tenê pere heye’


Esen balkîşand li ser ji wate derxistina aboriyê û wiha domand: “Aborî şaxekî zanistên civaki ya giringe. Koka xwe ji zagonên nava malê û rêveberiya malê digire. Di pêvajiya xwezayî de aborî ji aliyê jinan ve rêveberiya malê û li ser pêdiviyên nava malê bi rêve diçu. Bi kinasî di wan deman de aborî ji aliyê jinan ve rêveberiya malê bû.” Enes da zanîn ku bi pergala kaputalîzmê re wateya aboriyê hat guhertin û wiha berdewam kir: “Di roja îro de beranberî aboriyê pereye. Tenê li ser peywendiyên hilberîn û xerckirinê birêve diçe. Hatiye rewşa mêtîngeriya tekelcitiyê.” Enes bilêvkir ku niha aborî ne xwediyê pîvanên hevbeşe û wiha pêde çû: “Li aliyekê hirsa kar zêde dike, li aliyê dinê jî bêkarî û birçîbûn hatiye rewşa nexweşiyê û bûye beşek yê paşdehiştina cîhanê.”


‘Çareseriya pargala kaputalîzmê li netewa demokratîk re derbas dibe’


Enes destnîşan kir ku tenê rêya xilasbûna ji pergala kaputalîzmê hişmendiya netewa demokratîke û got: “Bi hişmendiya netewa demokratîk aboriya demokratîk çêdibe û ew jî bi xwe re komunê ava dike. Ji ber di aboriya demokratîk û komunê de hirsa kar nîne. Ji ber di aboriya demokratîk de mêtîngeriya tekelcitiyê, şîrketên vekirî û holdîng nîne. Di aboriya demokratîk û komunê de her kes din ava wekhaviyê de bi hev re bijîn. Herwiha ji derveyî pêdiviyên mirovan hirsek ya kar û hilberîna zêde çênabe.” Enes derbirî ku aboriya demokratîk lingek giring yê xweseriya demokratîke û wiha got: “Dê aboriya demokratîk û jiyanan komunal ew ferqa mezina nevbera gund û bajar de heyî ji holê rake. Di heman demê de dê ew ferqa navbera dewlemend û hejaran de jî rake. Ev pergala aboriyê de din ava bajaran de endustiriye komunal pêşde bibe. Di gundan de çandinî û sewalvaniyê pêşdebibe. Lig ora pêdiviyan dê hilberîn bê kirin û her kes lig ora wê nêz bibin.”


‘Aboriya netewî di çarçoveya dewletê de pêşnakeve’


Civaknasa  Navenda Jiyana Jinan ya Rojin Evîn Ozgur jî diyar kir ku dewleta netew ji demokrasiyê re girtiye û domand: “Li cihê ku demokrasî nebe aborî dikeve xizmeta hikumetê de. Dewleta netew keda jin, zarok, kal û pîran bi her awayî mêtînger dikin” Evîn anî ziman ku aboriya netewî di çarçoveya dewletê de nikare demokratîk bibe û wiha berdewam kir: “ Tenê dema ku aborî bû komunal dikare bibe aboriya demokratîk. Divê aborî ji hemû erkên dewlenê bê alî bimîne.” Evîn destnîşan kir ku Tirkiye jî din av de li gelek aliyên cîhanê qirîza aboriyê jiyan kirine.  Evîn derbirî ku van qirîzan bi xwe re bêkarî, newekhevî û mêtîngeriya kedê aniye. Evîn bilêv kir ku ji bo civak ji van hemû pirsgirêkan xilas bibin divê hişmendiya  komuna demokratîk bê avakirin û wiha pêde çû: “Li hemberî mêtîngerî û bêkariyê pergala alternatîf jiyana komunal û avakirina konfederalizmê ye.”


‘Mexdurên herî mezin yên mêtîngeriya kedê jinin’


Evîn anî ziman ku mexdurê herî mezin yên mêtîngeriya aboriyê jinin û wiha pêde çû: “Jinên ku serî li navenda jiyana jinan didin hemû jinên bê kar, azadiya aboriyê neyî û jinên ku rastî şidetê hatine. Bê guman ev hemû bandorên pergala kaputalîzmêne.” Evîn bilêv kir ku pergala kaputalîzimê kesan bi tenê dihçle û mirovan dike yek tîp û wiha got: “Azadiya aboriya jinan nîne û jin lêdanê dixwin. Jinên ku neçar dimînin kar bikin jî rastî kiryarên xirab tên. Evane tev kiryarin ku kaputalîzim li ser kesan ferz dike.”


‘Civaka kurd ji bo jiyana komunal civakek guncawe’


Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad û Demokrat Hatîce Kiye jî balkişand li ser aboriya dewletê û wiha domand: “Jiber aboriya dewletê xwe dispêre pergala kaputalîzmê. Her tiştî ji ber berjewendiyên xwe dike.” Hatîce anî ziman ku aboriya demokratîk jî li ser jiyana civakî xwe dide jiyan kirin û wiha berdewam kir: “Ji bo civak ji qirîza heyî rizgar bibe tenê riya çareseriyê xweseriya demokratîke. Xweseriya demokratîk û jiyana civakî nebe bi vî awayî civak ji qirîzê xilas nabe.”


‘Di aboriya dewleta netew de rêzgirtin ji mirovan û keda mirovan re neyê girtin’


Serok Şaxa Kurdî-Der a Wanê Jînda Rugeş Kaçak jî da zanîn ku dewlet li ser mêtîngeriya kedê birêve diçe û wiha got: “Ji bo wan nirxê mirov û keda mirov nîne. Ji bo wan wateyek ya kedê nîne.” Jînda bilêvkir k udi kargihan de bi hezaran karkeran dixebitînin lê bi qasî di xebitin ew karker berhemê keda xwe nagirin û wiha domand: “Tenê dikarin di dema xwarinê yan ji dema ku pirsgirêkek mezin rubide dikarin dem ji xwe re veqetînin. Bi salan di bin van fermanan de dijîn û dixebitin.” Jînda da zanîn ku li herêmê hîne gelek karkerê demsalê ji cih û karên xwe dur dikevin û wiha berdewam kir: “Piraniya van karkeran jinin. Keda wan tê mêtînger kirin, rastî kiriyarên xirab tên. Gelek caran pereyên wan jî nadinê.”


‘Dengeyek ji bo pergala kaputalîzmê nîne’


Jînda bal kîşand li ser bê hevsengiya pergala kaputalîzmê û got: “Yên dewlemend jî xwe dewlemendin. Di sitatoyek bilind denin û yên feqîr jî di sitatoyek jêr denin. Tenê bi hebûna xweseriya demokratîk dikare hevsengiya ven bê çêkirin. Bi hebûna hevsengiya aboriyê re dê gelek aloziyên civakî ji holê rabin.”


(zt)