Di oxura jiyanê de bedena xwe daber agir Elefteria…
14:01
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED – Evindara kurdan Elefteria Fortulaki di 24’ê Adara sala 2006’an de bi boneya protesto kirina tecrîta li ser Serokê PKK’ê Abdulha Ocalan û tundiya li ser gelê kurd bedana xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Elefteria di nameya xwe ya dawiyê ya ku li pey xwe hêlayî de wiha gotiye: “Ez Newroza îsal pîroz dikim. Weke Zekiye Alkan, Sama Yuce, Ronahî, Bêrîvan, Rahşan Demirel û hemû çalakvanên mezin.”
Ciwanê kurd Hisar Bozkurt (Rohat) di 14’ê nîsana sala 2000’an de li baxçeyê Dêrek ya li Paytexta Yunanîstanê Atînayê bi boneya girêdana xwe ya bi Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan re agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da. Jina ciwan ya yunan Elefteria Fortulaki çalakiya Hisar ji Kovara bi yunani derdiket ya bi navê ‘Dengê Kurdistan’ hînbû. Li gorî ku bi ser bûyera ciwanê kurd Hisar re sal derbasbûn jî lê jina ciwan ya yunan Elefteria Fortulaki çalaki ji bîr nekir. Di ser çalakiyê re 6 sal derbasbûyîbû. Elefteria di şeva 24’ê Adara sala 2006’an de di baxçeyê heman dêrê de agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji deset da. Elefteria di 23’ê saliya xwe de agir berda bedena xwe ya ciwan û di dema pêt li ser wê deket de yekem kesê çu ser papayê dêrêbû. Elefteria ya ku li ser bedena wê pêtên agir bilind dibû, piştî çend saetan nameyak ya li peyî xwe hêlayî hat dîtin… Elefteria êdî cihê xwe dinava jinên di tekoşîna netewi ya gelê kurd de bune xwediyê berxwedanî û seknên biromet de girt…
‘Kurdistan ya ku min weke welatê xwe jê heskirî’
Elefteria ya ku tenê li pey xwe nameyek hêlayî. Bi zaravayê kurdî kurmancî dest dabû pênûsê û nivîsîbû. Elefteria kurdî ji hevserê xwe yê kurd, pirtûk û bername û nûçeyên Roj Tv yên ku temaşe dikir hîn bûyîbû. Piştî bûyerê polîsên yunan dest bi lêkolînê kirin û hema dîtin ku nameya Elefteria bi tevayî ayîdê wê bixweye. Elefteria ji bo balkişandina li ser şideta li ser gelê kurd bi gotinên weke “Kurdistan ya ku min weke welatê xwe jê heskirî” aniye ziman û ji bo erdnîgariya Kurdistanê bedena xwe da ber agir. Hevserê Elefteria Şivan Ocal ji girêdayî bûyerê wiha dibêje: “Di saetên derengiya şevê de dayîka wê banî min kir. Ji min re bi gotinên weke Elefteria qezayek biçuk derbas kiriye, lê pir tiştek mezin çênebûye. ‘Heger tu bikarê bê Atîna dê başbe’ ez bi bûyerê hesiyam. Ez li gel zarokên xwe em li bajarek cidabûn, lê her dem em bi telegonê li gel hev di peyîvîn. Ez wê rojê bi telegonê lêgeriyam lê bersiv neda.”
‘Weke kurdekê li xwe dikir û weke kurdekê tevdigeriya’
Elefteria ya xwendekara zanîngihê ew 4 sal bû li gel Şivan Ocal yê ji Meletiyê zewicibû. Elefteria dayîka 2 zarokên temenê wan 2 sal û nîn yên bi navê Ernosto û Clara bû. Elefteria 5 salbû kurd naskirî. Lê di nava vê demê de bi qasî kurdekê dîrok, çand û zimanê kurdan hînbûyîbû. Elefteria di heman demê de endama Baskê Ciwanan ya Partiya Komînîsta Yunanîstanê bû. Hevserê wê Şivan ji bo wê wiha dibêje: “Weke min bi kurdî dipeyîvî. Heta carnan dema ku ez bi wê re yunanî dipeyîvîm xwe hêrs dikir û bi kurdî bersiva min dida. Weke kurdekê kinc li xwe dikir û weke kurdekê tevdigeriya. Elefteria ji muzîka kurdî pir hez dikir. Di çanteyê wê yên kasêtên wê guhdarî kirîn ji kasêtên Koma Berxwedan heta hunermendên kurd yên nû derketî gelek kaset têde hene.”
Di nameya Elefteria ya de wiha tê gotin: “Ez weke weletê xwe ji Kurdistanê hez dikim. Ez gelek ji zimanê xwe yê yunanî hez dikim. Lê bi qasî zimanê xwe ez ji zimanê kurdî jî hazdikim. Dayê dayîka min biratiya gelan tuşteke pir delale. Gelê kurd ji bo biratiya gelan tekoşînê dikin. Kurd zimanê xwe yê dayîkê û mafê xwe yê perwerdê dixwazin. Dixwazin weke mirovan bijîn. Ezê Newroza îsal pîroz bikim lê hinek derenge. Weke Zekiye Alkan, Sama Yuce, Ronahî, Bêrîvan, Rahşan Demirel û hemû çalakvanên mezin. Biryarbûna wan bilindkirina gelê kurd û Kurdistanê bûn. Dîroka kurdan bilind kirin.” Elefteria êdî cihê xwe dinava jinên di tekoşîna netewi ya gelê kurd de bune xwediyê berxwedanî û seknên biromet de girt…
(zt)

