Li Amedê 170 CHP yî derbazî BDP’ê bûn
14:32
JINHA
AMED – Rêveberê CHP’ê yê Navçeya Surê ya Amedê jî dinav de 170 CHP yî bi torenek ku jî aliyê Rêxistina BDP a Amedê ve hatî amadekirin derbazî BDP’ê bûn.
Rêveberê GHP’ê yê Navçeya Surê ya Amedê jî di nav de 170 CHP yî bi torenek ku jî aliyê Rêxistina BDP a Amedê ve hatî amadekirin derbazî BDP’ê bûn. Di torenê de Hevserokê Navenda Rêxistina BDP’ê ya Amedê Mehmed Emîn Yilmaz axivî. M. Emîn balkişand li ser yekîtiya kurdan û got: “Bi hêza hevalên me yên ku heta niha di anva partiyên dinê de cîh digirtin, emê ji niha û pêde bibin hêz û ev yekgirtina me gelek giringe.” M. Emîn serkeftin ji CHP yiyîn ku derbazî BDP’ê bûn re xwest û anî ziman ku dê ji niha û pêde pêvajoya aştiyê bi hev re bimeşînin.
Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak jî xêrahatina CHP yiyên derbazî BDP’ê bûn kir û got: “Hun bi xêr hatin mala xwe.” Li ser navê CHP yiyan jî Cîgirê Serokê Navçeya Surê ya Amedê yê CHP’ê Recep Ozalp jî got: “M ezanî ku tenê hawildanên aştî û azadiyê di vê partiyê de hene ji ber wê me xwest em li gel BDP’ê xebatên xwe berdewam bikin.”
Di dawiya axaftinên torenê de razet bi CHP yiyên derbazî BDP’ê bûn ve hatin kirin û piştî rozetan jî toren qetiya.
(zt)

