Li Mûş Edene û Hatayê Newroz hat pîroz kirin
16:20
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya pîrkrozbahiyên cejna Newrozê li gelek bajarên kurd lê dijîn agir tê vêxistin û li ber agir jî govand tê gerandin. Bi armanca pîrozbahiyên Newrozê li Mûş, Edene û Hatayê bi hezaran kes hatin bahev û bi yek dengî ji Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan re azadî xwestin.
Li Mûşê ji bo pîrozbahiya cejna Newrozê di saetên serê sibê de gel ji malên xwe derketin û ber bi qada Newrozê ve herikîn. Şahiya Newrozê li Meydana Îstasyonê hat li darxistin. Li qada Newrozê panqartên bi sernivîsên weke “Serokatiya Azad Kurdistana Azad”, “Bi jina azad ber bi Serokatiya Azad”, “Êrîşên nijatperest yên li ser HDP’ê bi tundî şermezar dikîn” hatin vekirin. Di qadê de bi hazaran mirovan bi hev re dem dem durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan fedayê Apo ne” berz dikin. Di pîrozbahiyê de Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demir Çelîk, Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur, namzetên hevşaredarên BDP’ê, rêveberên navend û navçeyan yên HDP û BDP’ê, Meclisa Ciwanên BDP’ê, MED-DER, TUHADDER, têkela KESK ê jî dinav de bi hezaran welatî meydan dagirtin. Jin, mêr û zarok tev bi kincên netewî daketin qada pîrozbahiyê û bi rengên xwe û flamanyên kesk sor û zer qad xemilandin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanê kesên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji destdane despêkir. Di pîrozbahiyê de Namzetê Hevşaredarê Mûşê Nîmet Sezgîn axivî û got: “Em pirsgirêkên herî buçuk jî yên vî bajarî dizanin. Ev 80’ê sale wan tuştek li vî bajarî nekirin. Emê ji niha û pêde bikin. Li her derên Mûşê av derdikeve lê din ava Mûşê de ji bo avdesta welatiyan av nayê peydakirin. Emê ava vî çiyayî ji bo welatiyan bînin. Li vê derê ji bo herî zêde dengên jinan bigirin dixebitin. Lê her roj li kolanan jin têne qetilkirin. Despêkê çareseriyekê ji bo wan bînin. Em dizanin k udi dema dengan de dê jin bersiva herî baş bidin we.”
‘Mûşê biryara xwe daye’
Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur jî got: “AÎHM’ê jî pejirand ku li Îmralî îskence heye. Em bang li dewletê û Serokwezîr dikin. Heger hun aştiyê dixwazin wêdemê biriyara AÎHM’ê bipejirînin. Piştî hilbijartinên 30’ê Adarê Bîrêz Abdulah Ocalan serbest berdin. Heger Birêz Abdulah Ocalan serbest neyê berdan aştî jî çênabe. Ev du rojin em li navenda Mûşê ne û em dibînin ku Mûşê biriyara xwe daye.
Piştî axaftinan Newroz Armanc, Berbang û hunermendên herêmî dik girtin. Bi girtina govandê pîrozbahî berdewamin.
EDENE
Rêxistinên HDP û BDP’ê yên Navenda Edeneyê li Denizliya girêdayî navçekya Seyhanê Newroz pîroz kirin. Di şahiyê de Hevserokê BDP’ê yê Navenda Edeneyê Ugur Bayrak, Namzeta Hevşaredara HDP’ê yê Bajarê Mezin yê Edeneyê Leyla Uyar jî di nav de bi hezaran welatî tevlîbûn. Di pîrozbahiyê de li gel posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan flamayên kesk, sor û zer hatin vekirin. Welatiyan dem dem durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîrozbe”, “Şehîd namirin” û “Ocalan” berzdikirin. Di pîrozbahiyê de Namzeta Hevşaredara HDP’ê yê Bajarê Mezin yê Edeneyê Leyla Uyar axivî û got: “Hevalên min yên kurd ez jinek erebim û li gel weme. Min silavên gelê ereb ji bo we anîne. Min ji Kawayê şoreşger silav anîne. Ji niha û pêde ne komurê AKP’ê, ne polîtîkaya derewan ya CHP’ê û ne jî polîtîkaya yekane ya MHP’ê nikarin gel ji hev cuda bikin.”
Pîrozbahî li ber dengê muzîkê girtina govendê bidawî bû.
HATAY
Xwendekarên Zanîngiha Mustafa Kemal jî Newroz pîroz kirin. Xwendekarên Platforma Welatparêz û Sosyalîst jî agirê Newrozê pêxistin. Bi hezaran xwendekar li ber agirê Newrozê govend gerandin. Xwendekaran dem dem durîşmên weke “Bijî biratiya gelan” û “Bijî Serok Apo” berz dikirin. Li gel durişman jî şîara “Destnîşana me Nasnameya meye, Nasnameya me Serokatiya meye” stanta îmzayan vekirin û îmza avêtin.
(zt)

