Li Îzmîrê rojên belge fîlman dest pê dike

23:30

JINHA


 ÎZMÎR –  Bi organîsazyona Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Îzmîrê 3’yemîn Rojên Belgefîlman a Mafê Mirovan di 8-9-10-11’ê kanûnê de des pê dike.


 3’yemîn Rojên Belgefîlman a Mafê Mirovan a Îzmîrê bi organîsazyona Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Îzmîrê di 8-9-10-11’ê kanûnê tê pêşandan.


 Her sal li Tirkiyeyê di mijara mafên mirovan de gelek pirsgirêk derdikevin holê û bi belge fîlman ev mijar tê rojevê. Îsal belge fîlm bi mijarên wekî kiryar nediyar, winda, rû bi  rû bûna paşerojê, koçberiya bi zorê, çandên ku ber bi windabûnê ve diçin, têkoşîna li hemberî HES’an, cudakariya zayendî, mafê zimanê zikmakî, pirsgirêkên nivîşkanan, zewaca zarokan, sineta jinê, kevneşopiyên paşverû ya li hemberî jinê û bûyera ku hêj berbirsên vê nehatî dîtin Roboskê dê derkeve pêşberî welatiyan.


 Belge fîlm dê li Navenda Çanda Firansî bêperê bê nîşandan. Belge fîlm dê 8’ê mehê di saet 14.00’an de bi fîlmê ‘Dengê Derî’ dest pê bike.


 (la)