Februniye: Ez silava Abdulah Ocalan bi şananzî digirim

17:29

JINHA


MÊRDİN – Bi şîara “Serokatiya Azad Kurdistan Azad” li Nisêbînê jî Neweroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê de Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin yê Mêrdînê Februniya Akyol diyar kir ku Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ji bo gelê suryanî silav şandiye û got: “Ev silav ji bo mine. Ez bi şanazî vê silavê digirim.”


Li Nisêbînê bi tevlîbûna bideh hazaran welatiyan pîrozbahiya Newrozê berdewam dike. Di pîrozbahiyê de Namzetên Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok axivîn. Paşê jî Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokan jî Newroza gel pîrozkir. Ayşe anî ziman ku agirê Newrozê gemû gel bi hev re germ kir û yekitiya wan çêkir û wiha got: “Newroz Rehşane, Zîlane, Bêrîtane, Semaye, di Girtîgiha Amedê de Mazlum Dogane, serhildane li Nisêbînê ye.” Ayşe da zanîn ku Newroz azadiya jinane. Ayşe xwest ku her kes pîştevaniyê bidin kampanye ya îmzayan ya ji bo Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî despêkirin.


‘Emê erngê azadiyê bibin herderê’


Dema ku Namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmed Turk û Februniye Akyol derketin dikê welatiyan fîşegên hewayî avêtin. Di wê navberê de welatiyan duruşmên weke “Bijî Serok Apo” berzdikirin. Ahmed Turk jî despêkê cejna Serokê PKK’ê û hemû gelê kurd pîrozkir. Ahmed destnîşan kir ku ev hilbijartinane ji bo Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan pir giringe û domanad: “Divê em destê Birêz Abdulah Ocalan xurt bikin. Em li ser vê xakê rengê azadiyê bibin herderê. Em li ser axa Kurdistanê dengê partiyên herêmê bibirin. Em dengê Serokê gelê kurd bi hêz bikin. Dê di hilbijartinan de Nisêbîn bibe rengê Kurdistanê.”


‘Dem êdî dema avakirina xweseriya demokratîke’


Ahmed derbirî ku tenê armanca wan girtina şaredariyan nîne ew dê di demê pêşde tekoşîna xwe zêdetir bilind bikin û wiha berdewam kir: “Dem êdî dema avakirina xweseriya demokratîke. Dem êdî dema yekgirtîna gelê kurde. Heta gelê kurd azad nebe li ser vê erdnîgariyê kes azad nabe.” Ahmed bibîrxist ku gelê Rojava bi destê xwe kantonên xwe avakirine û ji berxwedana Rojava re silav şand.


‘Ez silavên Ocalan bi şanazî digirim’


Di pîrozbahiya Newrozê de Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin yê Mêrdînê Februniya Akyol jî  bi suryanî, erebî, kurdî û tirkî dest bi axaftina xwe kir û Newroza her kesê pîroz kir û wiha axivî: “Silav ji bo wan hemû şehîdên ku em gihandine roja îro. Birêz Abdulah Ocalan ji bo gelê suryanî silav şandiye. Ev silav ji bo min. Ez vê silavê bi şanazî digirim. Em li vêderê ji bo biratiya gelan hene. Emê bi germahiya agirê Newrozê nasnameya xwe azadbikin. Ez Newroza hemû gelan pîroz dikim.”


Pîrozbahiya Newrozê pîştî axaftinan li ber dengê sitiranan bi girtina govandê berdewam dike.


(zt)