Li Mersînê qeza pêkhat û di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji destdan
09:45
Adar
20
/ 2014
JINHA
MÊRSÎN - Li Mersînê di encama qezayeke trênê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Trêna di navbera Edene Mêrsinê de sefer dikir li taxa Adanalioglu ya Akdenîza Mêrsînê qeza kir.
Li gorî agahiyan trên û mînîbusa personel û karkerên fîrmaya Sanayiya Organîzê li hev qelibî.
Di qezayê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest da. Gelek kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
(zt)
