Meral: 'Azadiya Serok Apo nêzbûye'
11:25
JINHA
ÊLIH – Li Navçeya Hezo yê bi beşdarbûna hezaran welatiyan bi coş û kelecaneke mezin Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Cîgira Hevşeroka Gişti ya BDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî û got: “Azadiya Serok Apo nêze. Di demeke nêz de dê di navamedebe. Ev 15 sale bi tena serê xwe di hucreyekê de tekoşîn û berxwedana xwe bilind dike.” Hevserokê Navenda BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay jî di despêka axaftina xwe de cejna Newrozê li Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan pîroz kir.
Di bin rêveberiya rêxistina BDP’ê ya navçaya Hezro ya Êlihê de bi beşdarbûna hezaran welatiyan cejna Newrozê hat pîrozkirin. Di qada pîrozbahiyê de li gel bi hezaran welatiyan Cîgira Hevşeroka Gişti ya BDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Navenda BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay, Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, namzetên hevşaredarên BDP’ê, endam û rêvebirên navend û navçeyên BDP’ê, têkela DOKH’ê, Meclisa Ciwanên BDP’ê, rêveberên STK yê, jî di pîrozbahiyê de cîh girtin. Herwiha ji gelek gundên derdor jî welatî herikîn qada pîrozbahiyê. Li qadê panqartên bi sernivîsên weke “Agirê ku Kawa pêxistî bi Giyana Mazlum zêdetir bilindbû” li gel posterê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, alayên PKK, KCK û BDP’ê hatin hildan. Di pîrozbahiyê de girseyê dem dem durşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi terene Ocalan”, “Bijî Newroz” û “Deng namuse namus nayê firotin” berz kirin. Jin ji bi kincên xwe yên netewî reng dan qadê.
‘Ji dema Kawa heta niha berxwedana me berdewame’
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyana kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane despêkir û li ber re ji sîroda “Çerxa Şoreşê” hat gotin. Serokê rêxistina BDP’ê ya Hazro yê Mehmed Altan di despêka axaftina xwe de bî giyanan Newroza ku ji dema berxwedana Kawa heta niha berdewam kir Newroza Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan pîroz kir. Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Hazoyê Rahşan Çarboga û Reşid Haşîmî jî di derbarê giringiya Newroz û hilbijartinan de axivîn. Paşê jî hunermend Demhat Botan derkete dikê. Li ber dengê sitiranên Demhat welatiyan govend gerandin û agir hat vêxistin. Hevserokê Navenda BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay axaftinek kin kir û wiha got: “Em li Hazoyê bi yek dengî bang dikîn û dibêjin: Ey Serokê Gelê Kurd! Ji vêderê hezar silav ji bo te. Newroza Serokê me pîroz be.” Anî ziman ku ji dema berxwedana Kawa şoreşger yê ku agirê azadiyê pêxistî heta niha hina berdewam dike.
‘Ev 15 salin Serok Apo berxwedanê bilind dike’
Cîgira Hevşeroka Gişti ya BDP’ê Meral Daniş Beştaş jî axivî û wiha got: “Îro li çar aliyê Kurdistanê agirê azadiyê vêketiye. Hezar silav ji şoreşa Rojava re. Azadiya Serok Apo nêze. Di demeke nêz de dê di navamedebe. Ev 15 sale bi tena serê xwe di hucreyekê de tekoşîn û berxwedana xwe bilind dike. Em ji vêderê hezar silavan ji girtîgiha Îmraliyê re dişînin. ”
Pîştî axaftinan hunermend Zelal derket dikê û welatiyan li ber dengê sitiranên wê govend gerandin.
(zt)

