Şandeya Herêma Federala Kurdistanê BDP ziyaret kir

11:55

JINHA


AMED – Şandeya Herêma Federala Kurdistanê ya ku ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê hatin Amedê, li Amedê Navenda Rêxistina BDP’ê ya Amedê ziyaret kirin.


Di nava şandeyê de endamên Partiya Netewa Kurdistan ya ku li bajarê Silêmaniyê xebatên xwe bi rêvedibin, endamên Bizotneweyî Rizgarî Kurdistan û endamên Partiya Pêşketina Demokratîka Kurdistan jî hebûn Navenda Rêxistina BDP’ê ya Amedê ziyaret kirin. Şande ji aliyê Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Amedê M. Emîn Yilmaz ve hat pêşewazîkirin. Şandeyê diyar kirin ku ew ji bo pîrozbahiyên Newrozê hatine û li gel welatiyên herêmê pîrozkirin Newrozê ji bo wan şanaziyeke. Herwiya şandeyê dan zanîn ku li vê derê bi hev re pîrozkirina Newrozê yekgirtina gelê kurd dide nîşandan.


Di hevdîtinê de M. Emîn Yilmaz jî balkişand li ser tundiya bi hezarî salan di Rojhilata Navîn de gelê kurd dibînin û got: “Gelê kurd bedelên mezin û fedekariyên mezin nîşandane. Li gel van hemûyan jî tuştek jî tekoşîna xwe kêm nekirine. Ev tunduyane hemû didin zanîn ku heger yekîtiya gelê kurd çênebe dê negihin azadiya xwe.”


Piştî axaftinan şande ji navenda BDP’ê derketin.


(zt)