Dê bi hezaran şandeyên biyanî tevlî Newroza Amedê bibin

12:51

 


JINHA


AMED – Di derbarê pîrozbahiya Newroza Amedê ya sibê de KCD’ê daxuyaniyek da. Di derbarê pîrozbahiyê de KCD’ê diyar kir ku ji hindir û derveyî welat bi girştî nêzî 600 mêvanan hene û ji 400 zêdetir rojnameger jî dê bernameya pîrozbahiyê bişopînin.


Di derbarê pîrozbahiyên Newroza Amedê ya sibê de KCD’ê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku di serî de ji Başur û Rojavayê Kurdistanê ji cihên weke Ewrupa û Başurê Emerîka jî gelek welatan gelek şande hatine û daxuyanî wiha didome: “Di nava van şandeyan de hevsera Serok Komar û di heman demê de Serokê YNK’ê Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Telebanî, Rêveberê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar û gelek berpirsên payebilind yên YNK’ê dê beşdar bibin. Ji KDP’ê jî dê Wezîrê Karê Hindir yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şengarî û Endamê Komîteya Navendi ya KDP’ê Serbest Lezgîn beşdarbibin. Dê ji partiyên Goran, PÇDK, Yekgirtu, Zehmetkêşan, Komela Îslami û gelek rêveberên saziyên sivîl di Newroza Amedê de amade bibin.


Ji tevahiya cîhanê beşdarbûna li Newroza Amedê


Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji serokê Koma Partiya Pêşdeçuna Sosyalîst ya li deshilatiyê ya Bolîvya yê (MAS) Flora Aguilar, Senatorê Bolivya yê Roberto Rojas û Demetrio Garcia jî din ava mêvanên BDP’ê denin û wiha hat gotin: “Herwiha dê ji Îspanya, Îzlanda û Elmanya di asta parlementeran de yên paye bilind din ava şandeyan de cîh bigirin. Dê ji Belçîka, Holanda, Danîmarka, Fransa, Îtalya Îsviçre û ABD’ê rêveberên wan yên siyasi yên li Enqerê jî beşdar bibin. Ji derveyî welat dê bi beşdarbûna 600 mêhvanan Newroz sibê dewpêbike. Dê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê ji 400’an zêdetir rojnamevanan ve bê şopandin.”


Girêdayî pîrozbahiya Newroza sibê KCD’ê ev agahi dan:


 “Bernameya Newroz ê


09:30 ketina protokola qadê


10:00 ji aliyê Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut ve dê axaftina vekirinê bê kirin


Muzîk


11:00 Axaftina Hevserokên Gişti yên KCD- BDP û HDP’ê


Muzîk


Axaftina mêvanên biyanî û herêmî


Muzîk


Xwendina peyaman


Xwendina Nameya Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan


Muzîk


17:00 bi dawîbûn


 19:00 de jî mêvanên biyanî û herêmî dê li Parqa Ada ya Rezan şîvê bixwin.”


(zt)