‘Bi navê restorasyonê Qesra Îshak Paşa tê tehrîpkirin’
23:44
Ozlem ARICI- JINHA
AGIRÎ- Geştiyar û wênekeşvan Gokmen Onay, diyar kir ku Qesra Îshak Paşa di lîsteya Mîratên Cîhanê yê UNESCO yê cih xwe girtiye lê berhema ku ev qas dewlemend niha tê restorekirin û bi tehrîbatê re rû bi rû ye.
Qesra Îshak Paşa di çanda kurdî de ciheke girîng digire, qesr di sala 1685’an de li ser zinarekî 5 km dûrê bajêr hatiye avakirin û di sala 1784’an de jî ji hêla kurê Çolak Abdî Paşa Îshak Paşayê ve çêkirina qesrê bi dawî bû. Di hêla mîmarî û taybetiyên wê dîrokî balê dikişîne ser xwe, niha li qesrê xebatên rastorasyonê tê kirin. Geştiyar û wênekeşvan Gokmen Onay, bal kişand ser restorasyonê û diyar kir ku teknîkên înşaatê ya ku niha tê bikar anîn baweriyê nade, heta niha li gelek welatan gelek kes hatin û xebitin, hêvî dikin ku tehrîbatê nedin qesrê.
Qesra Îshak Paşa, ji hêla begê Bazîdê Çolak Abdî Paşayê ve di sala 1685’an de li ser zinarekî hatiye avakirin û di sala 1784’an de jî kurê wî Îshak Paşa çêkirina qesrê bi dawî kir. Qesr ji hêla mîmarî û taybetiyên vî yên dîrokî balê dikişîne ser xwe. Bala turîstan jî dikişîne û her sal bi sedan kes bere xwe dide qesrê.
Gokmen Onay, di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka qesrê û da zanîn ku di avakirina qesrê heya îro li herêmê cihek taybet girtiye. Gokmen, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Îshak Paşa pir hez xwendinê dikir. Ji ber vê jî pirtûkxaneya herî mezin a li qesrê ava kir. Medreseyên ku qesrê heyî wekî dezgeheke perwerdê hatiye bikaranîn.”
‘Xebateke hevpar hewceye’
Gokmen, got ku piştî dagirkeriya rûsan, pirtûkxane û gelek tiştên bi qimet hatin desteserkirin û wiha got: “Niha jî ev berhem li Rûsyayê tên muhafazakirin. Lê heya niha dewleta tirk ji bo berheman carek din bigire neketiye nav hewldanan. Dikarin kopyaya hîn berheman jî bigirin lê nakin. Ji ber ku ganîmetên şer in dewleta tirk dikare bikeve nav hewldanan. Carek hindekarên zanîngeha Yuzuncu Yilê ji wezareta turzmê daxwaz kirin û ketin nav hewldanan lê ev daxwaz hat redkirin. Lê dikarin niha jî xebateke hevpar pêk binîn.”
‘Dîrokeke zindî ye’
Gokmen, daxuyand ku malzemeyên înşeatê ya ku vê devrê hatî bikaranîn cuda bû, ji bo restorasyonê li welatên cuda gelek kes hatin û xebitin. Gokmen, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ronakbîrê vê deme Ehmed-î Xanî li vir perwerde dabû. Rola Ehmed-î Xanî gelek zêde ye. Her kesek dizane ku Îshak Paşa kurd e. Ji ber vê jî li qesrê gelek berhem aîde kurdan hene û her wiha dikarin bibêjîn ku dîrokeke zindiye.”
‘Bi tehrîbatê re rû bi rû ye’
Gokmen Onay, got ku Qesra Îshak Paşa di lîsteya Mîratên Cîhanê yê UNESCO yê de cih xwe girtiye, berhema ku ev qas dewlemend niha tê restorekirin lê bi tehrîbatê re rû bi rû ye, ev tişt mirovan dixe nava fikaran. Gokmen, wiha pê de çû: “Mirov nikare bibêje ji sedî sed tê restorekirin. Di sala 1923’an heya niha hewldaneke cidî pêk nehatiye. Welatiyên li vî herêmê dijîn ji hêla dewletê ve hatin koçberkirin. Ji ber ku derdora qesrê kes nema û qesr bi tehrîbata xwezeyê re jî rû bi rû ma. Her wiha gelek welatî dema koçber bûn gelek berhemên qesrê jî bi xwe re birin. Dewlet vê demê parastina qesrê nekir û dema hat restorekirin jî tehrîbateke herî mezin hat kirin.”
‘Bi xwezaya qesrê re dilîzin’
Gokmen, got ku niha tenê ji bo parastinê xebat te kirin, feraseta salên borî îsal dîsa didome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em dipirsin hûn çima ji xwezaya qesre re dilîzin û dibêjin em tenê diparêzin. Gelo dê restorekirina qesrê sedsal bidome?”
(la)

