Şandeya PÇDK’ê: Newroz cejna çar aliyê Kurdistanê ye

15:17

Mizgin TABU-Sarya GOZUOGLU/JINHA


AMED – Jinên ku bi boneya pîrozbahiya Newroza Amedê ji Herêma Federala Kurdistanê hatin di derbarê hatina xwe de hestên xwe anîn ziman. Jinan di nava hestên xwe de şanazî û kelecana xwe jî parvekirin û gotin: “Newroz Newroza çar aliyê Kurdilstanêye.” Jinan diyar kirin  ku ew hêvîdarin Newroza 2014’an bibe Newroza azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan. Jinan anîn ziman ku beşdarbûna wan ya Newroza Amedê û ji vê roja dîroki ya ku şahidiyê ji yekîtiya kurdan re dike wan bi kelecan dikin.  


Bi boneya pîrozbahiya sibê ya Newroza Amedê bi sedan şande ji hindir û derveyî welat hatine Amedê. Dê di Newroza Amedê ya dîrokî de Nameya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan bê xwendin. Bajar ji niha de kelecana Newroza sibê dijîn. Newroza Amedê ya ku dê jî 600 î zêdetir mêvan beşdar bibe û ji aliyê 400 rojnamegeran ve bê şopandin. Şandeya Jinên Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistan (PÇDK) ji gihiştin Amedê. Şandeya jinan kelecana xwe ya ji bo Newroza Amedê anîn ziman.


‘Newroz cejna çar aliyê Kurdistanêye’


Din ava şandeya Jinên PÇDK’ê ya ku ji Herêma Federala Kurdistanê hatîn Esmer Resul Elî ya ku ji bajarê Ranyayê jî di nav deye. Esmer Resul Elî da zanîn ku ew ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê hatine û got: “Ez hêvîdarim ku Newroza 2014’an bibe Newroza azadiyê û azadiya Serok Apo. Ez di kesayeta Serok Apo de newroza çar aliyê Kurdistanê pîroz dikim. Divê em tev di ferqa vê roja giring debin. Ez weke jinek Newroza îsal ji ya hemû salên dinê cudatir dibînim. Ji ber êdî ev Newroz Newroza yekîtiya çar aliyê Kurdistanêye. Kurd tev êdî yekin.”


‘Ez gelek bi kelecan û şanazim’


Kejal Hewremî jî xwe gelek şanaz dibîne ku tevlî Newroza sibê ya Amedê dibe û got: “Ez ji başurê Kurdistanê hatime. Ez gelek şanaz û dilgermîm ku ezê beşdarî Newroza Amedê bibim. Ez hêvîdarim ku ev Newroz bibe Newroza xêr û xweşî li tevahiya Kurdistanê. Çiqasî tiştekî xweşe ku em kurd hemû bi hevre li heman cihî cejna xwe ya Newrozê pîroz dikin.  Amed ji bo hemû kurdan giringe. Ruhek tayîbeti yê Amedê heye. Dema ku em bên li ba hev emê tenê ne ji bo pîrozbahiyê her wiha ji nêz ve hevdu nasbikin. Ez hêvîdarim ku her sal em li aliyek yê Kurdistanê vê cejna watedar pîroz bikin.”


‘Ez ji bo Newroza Amedê ya dîtokî hatime’


Hetaw Osman jî bilêv kir ku ew ji bajarê Hewlêrê ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê ya sibê hatiye û wiha got: “ Ez ji bajarê Hewlêr yê başurê Kurdistanê têm. Newroz ji bom in cejneke giring û watedare. Li Amedê pîrozkirina vê cejna wate dar ji bom in hêj giringtir. Yekem care ez têm Amedê.  Hem kelecana dîtina Amedê û hem jî kelecana Newroza Amedê ez nizanim niha hestên ku dijîm bi çî awayî bînim ziman. Ewqas bi coş û kelecanim. Ez ji bo hilbijartinan serkeftinê ji bo bakurê Kurdistanê û hemû aliyên Kurdistanê dixwazim. Herî zêde serdana me ji bo pîştevanîkirina li hilbijartinane.


‘Ez gelek şanaz û bi kelecanim ku ezê şahidiyê ji rojek wiha dîrokî re bikim’


Ji nava şandeya PÇDK’ê Dîrok Omer jî got: “Em li başur pîrozbahiyên Newrozê yan li serangihan yan jî bi hev re li parqekê pîroz dikîn. Lê li vêderê ne wihaye. Li vêderê bi girseyî û bi armanca tekoşînekê tê pîrozkirin. Ev demdirêje cejna Newrozê rê pîroz kirin. Lê îsal cejna Newrozê xwediyê wate û giringiyekî mezine. Ev salek derbasbû li ser pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî despêkirin. Sibê dê cara duyemîn Nameya Birêz Abdulah Ocalan di Newroza dîroki ya Amedê de bê xwendin. Ji bo pîştevaniya pêvajoyê em li vêderêne. Ji ber van sedeman ez pir bi kelecanim. Em ji bo pîştevaniya hilbijartinên herêmî li vêderêne. Ji bo di ferqêdebûna biryara AÎHM’ê ya ji bo rewşa Birêz Abdulah Ocalan em li vêderêne. Em ji bo nîşandana hêz û bi hev re bûna kurdan hatin. Amed Paytexta me ye. Ji bol i paytexta xwe em şahidiya rojek wiha dîrokî dikin ez gelek bi coş û kelecanim.”


(zt)