Xwendekaran agirê Newrozê vêxistin
15:42
JINHA
AMED – Xwendekarên Dibidtana Bilind ya Pîşeyî ya Zanîngehe Dîcleyê ya Erxeniyê bi şîara “Serokatiya Azad Kurdistana Azad” agirê Newrozê vêxistin.
Li her aliyên herêmê pîrozbahiyên cejna Newrozê bi hemû leza xwe ve berdewam dike. Xwendekarên Dibidtana Bilind ya Pîşeyî ya Zanîngehe Dîcleyê ya Erxeniyê bi şîara “Serokatiya Azad Kurdistana Azad” agirê Newrozê vêxistin. Xwendekaran li ber avahiya zanîngiha xwe pîrozbahiya Newrozê kirin. Namzetê Hevşaredarê Erxeniyê Ramazan Kartalmiş, rêveberên BDP’ê yên navçeya Erxeniyê, endamên Meclisa Şaredariya Erxeniyê jî din av de gelek xwendekar tevlî pîrozbahiyê bûn. Xwendekaran li ber dengê dehol û zurneyan govend gerandin. Xwendekaran dem dem durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Genclik fedayê Apo ne” û “Şehîd namirin” berz dikirin. Namzetê Hevşaredarê Erxeniyê Ramazan Kartalmiş di pîrozbahiyê de axaftinek kin kir. Remezan diyar kir kul i her derê ciwan rolê pêşengiyê digirin û got: “Newroz li hemberî zilmê berxwedane, azadî û serfiraziye.”
Pîştî axaftinan pîrozbahî bi gerandina dîlanê li ber dengê muzîkê bi dawî bû.
(zt)

