'Li hemberî jinên BDP’î şîdeta siyasî û fîzîkî tê bikaranîn’

00:13

JINHA


STENBOL-  Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel diyar kir ku der barê parlamenterên BDP’ê de heya niha 369 fezleke hatine amadekirin. Sebahat, daxuyand ku AKP jinên BDP’î li hemberî xwe xetere dibîne û ji ber vê jî hem bi fezlekeyan êrîşên siyasî dike û hem jî şîdeta fîzîkî bikartîne.


Der bare hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, parlamenterê Çewlîkê Îdrîs Baluken, parlamenterê Colemêrgê Adîl Kurt û Esat Canan, parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel, parlamenterê Wanê Nazmî Gur, parlamenterê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, parlamenterê Agiriyê Halîl Aksoy, parlamenterê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu û parlamentera serbixwe ya Wanê Aysel Tugluk de bi îdiaya ‘alîkarî dane rêxistina teror a bi çek’ fezleke hatin amadekirin, dixwazin mafê destnedayinê ji holê rakin. Dosyayên ku hatî amadekirin sewqê Komîsyona Giştî a Edaletê ya Makeqanûnê ya parlamentoyê kirin. Heya niha der barê parlamenterên BDP’ê de 762 fezleke hatin amadekirin. Parlamentera BDP’ê ya Stenbolê der barê rakirina destnedana parlamenterên BDP’ê de nêrînên xwe anî ziman.


‘Bi saya BDP’ê asta parlamenterên jin bilind bû’


Parlamenter Sebahat, diyar kir ku ji ber bendava ji sedî 10 kurd serbixwe ketin hilbijartinê, ligel vê jî ji sedî 40 kotaya cinsiyetê hat pratîzekirin. Sebahat, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Li parlamentoya Tirkiyeyê 36 parlamenterên BDP’ê hene û ji sedî 30.5 jin in, bi tevahî 11 parlamenterên jin ên BDP’ê li parlamentoyê ne. Di DTP’ê de ji sedî 36 parlamenterên jin hebûn. Performansa parlamenterên jin ên BDP’ê li ser parlamentoyê bi bandore. Bandor jî ji ber hewldan û têkoşîna jinên BDP’î pêk hatiye.”


‘Jinên BDP’î xetere dibînin”


Sebahat, daxuyand ku jinên BDP’î  nîşandan ku siyaset tenê ne karê mêra ne û wiha got: “Bi saya têkoşîna jinên ku di qada siyasetê de dixebitin, gelek kevneşopiyên paşverû, biçûk dîtina jinê kêm bê jî ji holê hatiye rakirin. Jin êdî di mekanîzmayên biryaran de cih xwe girt û hêza guhertinê bidestxistin. Di navber projeyên AKP û BDP’ê cudabûneke gelek mezin hene. AKP, jinên BDP’î li hemberî xwe xetere dibîne. Ji ber vê jî bi fezlekeyan êrîşeke siyasî, li kolanan jî êrîşeke fîzîkî bikartîne.”


‘Ji bo parlamenterên jin ên BDP’ê 369 fezleke hatin amadekirin’


Sebahat, di axaftina xwe de bal kişand ser fezlekeyên ku der barê parlamenterên jin de hatî amadekirin û wiha axivî: “Ayla Akat 64, Aysel Tugluk 15, Gulten Kişanak 71, Emîne Ayna 93, Nursel Aydogan 3, Selma Irmak 1, Gulser Yildirim 1, Pervîn Buldan 47, Leyla Zana 6, Mulkiye Bîrtane 3, der bare wê de jî 46 û bi tevahî 369 fezleke der barê parlamenterên jin de hatin amadekirin. Sebahat, got ku bi tevahî 762 fezleke der barê hemû parlamenterên BDP’ê hatin amadekirin û wiha pê de çû: “Rojeva rakirina destnedayina parlamenteriyê ji hêla AKP’ê ve hat pêşkeşkirin. Fikr û ramanê xwe yê berê niha jî didomîne AKP. Çareseriya pirsgirêka kurd bi naskirina nasname û azadiya pêk tê. Astengkirina mafê nasname, çand, ziman, ol her tim di rojeva me de bû û me her tim anî ziman. Her wiha em her tim tînin ziman ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Me daxwaza herêmên xweser a demokratîk, nêzîkatiya me ya li hemberî Kurdistaneke xweser û demokratîk pêşiya hilbijartin û piştî hilbijartinê jî anî ziman. Sedema fezlekeyan jî ev tişte. Kesên ku maf û azadiya kurdan diparêze dibe hedefa AKP’ê û ‘terorîst’ tên îlankirin. Dost û hevalên kurdan jî bi zext û zordariyan re rû bi  rû dimînin. Fezleke wekî amûreke zext û zordariyê tê bikaranîn. Ji ber vê jî pirsgirêk ne qanûniye pirsgirêkeke siyasî ye. Em jî dê li hemberî wê nêzîkatiyeke siyasî nîşan bidin.”


‘Dê têkoşîna xwe bidomînin’


Parlamenter Sebahat Tuncel, di axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiya parlamenterên jin ên AKP, CHP û MHP’ê û da zanîn ku li dijî nêzîkatî  û nêrînên partiyên xwe nikarin tevbigerin û helwestek nîşan bidin. Sebahat, destnîşan kir ku li hemberî rakirina destnedayînê tu carî bê deng nabin, ji ber ku ev rakirina destnedayînê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê xetereyeke mezin e. Dê di siyaseta Tirkiyeyê de şkestinek çêke, dê di nava civakê de jî bibe sedama şikestineke mezin. Ne tenê ji bo parlamenterên bloke û kurdan dê ji bo gelên Tirkiyeyê encamên xetere derxe holê. Ji ber vê jî divê AKP hesabê xwe baş bike. Emê her tim alîgirê gelên tirk û kurdan bibin, ji bo van jî têkoşîna xwe bidomînin.”


(gk/la)