Pervin:Heger Name cidî neyê girtin dibe ku Birêz Abdulah Ocalan ji pêvajoyê xwe paşde bikişîne

16:59

JINHA


ÎDİR – Ji aliyê rêxistina BDP’ê ya Îdirê ve bi şîara “Serokatiya Azad Kurdistana Azad” bi beşdariya bi hezaran welatiyan Newroz hat pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Wekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan axivî û got: “Nemeya Birêz Abdulah Ocalan ya ku dê sibê di Newroza Amedê de bê xwendin divê cidî bê giritin. Peyama ku dibê bê xwendin pîr giringe. Dê çavê giştî kurdan sibê li wê qadê be. Heger ev name cidî neyê girtin dibe ku Birêz Abdulah Ocalan xwe ji pêvajoyê paşde bikişîne.”


Ji aliyê rêxistina BDP’ê ya Îdirê ve bi şîara “Serokatiya Azad Kurdistana Azad” Newroz hat pîroz kirin. Parlementera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan, Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirî Sakik, Endamê MYK ya BDP’ê Cemîl Elden, endamê MP ya BDP’ê M. Sidik Akiş, Hevserokên Navenda BDP’ê ya Îdirê Mehmed Anar û Piran Tikit, Serokê Meclisa Gişti ya Navenda Îdirê Cengiz Savaş, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Îdirê Murad Yikit û Şaziye Onder jî din av de bi hezaran welatî daketin qada pîrozbahiyê. Qada pîrozbahiyê bi alayê BDP’ê hatiye xemilandin. Her wiha her çar aliyê qadê bi wêneyên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hatine bilind kirin. Li qadê wêneyê Şaredarê berê yê Îdirê M. Nurî Guneş yê bi kelepç ji hatiye hildan. Jin û mêr tev bi kincên netewî beşdarî pîrozbahiyê bûne. Li qadê panqartên weke “Ji qirkirina jinan re na”, “Em li hember qirkirin û tecawîza jinan têbikoîn û pêşeroja azad avabikin”, “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”, “Şoreşa ku jinê azad neke ne şoreşe” û “Em qirkirina Helepçe şermezar dikin” hatin vekirin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyana kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane despê kir. Di pîrozbahiyê de Hevşerokê Navenda BDP’ê ya Îdirê Mehmed Anar, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Îdirê Murad Yikit û Şaziye Onder û Şaredarê Îdirê Huseyîn Malk li peyî hev her yekê axaftinek kin kirin.


‘Dibe ku Birêz Abdulah Ocalan xwe ji pêvajoyê paşde bikişîne’


Di pîrozbahiyê de Wekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan jî balkîşand li ser Newroza ku bi sê zilikên şixatê despêkirî û li tevahiya herêmê belavbûyî û wiha got: “ Îro roja ku kesayetên me yên payebilind bedenên xwe dane ber agir. Gelê Îdirê yên bi nirx li sre vê rednîgariyê tucarî zilma zaliman ji ser gelên mezlum nerabiye. Lê îro li vê meydanê em dibînin kul i her derê gelê mezlum serî rakiriye. Em ji bo aştî û azadiyê ketine rê. Tucarî tu kurdek dest ji vê riya aştî û azadiyê ne haberdin. Ji bo em bibin dengek li hemberi yên kum e înkar dikin em ketine rê. Yên ku îro vê zilmê rewa dibînin dê di 30’ê Adarê de bersiva xwe bibînin. Divê ji niha û pêde hemû gelên li Tirkiyê dijîn ji bo nasname û zimanê xwe tekoşîne bikin.” Pervîn anî ziman ku nameya Serokê PKK’ê ya ku sib li Newroza Amedê de bê xwendin pîr giringe û wiha domand: “Nemeya Birêz Abdulah Ocalan ya ku dê sibê di Newroza Amedê de bê xwendin divê cidî bê giritin. Peyama ku dibê bê xwendin pîr giringe. Dê çavê giştî kurdan sibê li wê qadê be. Heger ev name cidî neyê girtin dibe ku Birêz Abdulah Ocalan xwe ji pêvajoyê paşde bikişîne.”


 Di dawiyê de pîştî axaftina Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirî Sakik pîrozbahiyê bi sitiranên hunermend Zozan û Bêrîvan Arîn berdewam kir.


(zt)